Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye 2024-08-05 11:22:42 AMED - Li gundê Simaqî yê bi ser navçeya Şankûşê ve li qada daristanê şewat derket.    Li gundê Simaqî yê bi ser naçveya Şankûşa Amedê ve li qada daristanê şewat derket. Nayê zanîn şewat ji ber çi derketiye û welatî mudaxileyî agir dikin. Gundiyan hawara xwe gihand tîmên agirkujiyê û tîm çûn cihê şewatê.    Welatiyan ragihand ku tîmên agirkujiyê çûne cihê şewatê lê ne mimkûn e ku miudaxileyî şewatê bikin û xwestin ku helîkoterên vemirandinê mudaxileyî agir bikin.    Hat zanîn ku şewat li herêmê berdewam dike.