Şewata li Dêrsimê hate vemirandin 2024-08-07 12:28:08 DÊRSIM - Şewata duh li navçeya Qisleyê dest pê kirî îro bi hewldanên welatiyan hate vemirandin.  Duh li herêma Zargovît a girêdayî navçeya Qisle ya Dêrsimê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatiyên ku di danê sibehê de bi mer û hwd. çûn cihê şewatê, mudaxile kirin. Şewata li herêmê bi hewldanên welatiyan hate vemirandin.