Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî 2024-08-10 14:18:27 AMED - Li Zozanên Hesendînê ya li Pasûrê li dijî projeya madenê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de peyama, “Em ê zozanên xwe nedin tu kesî” hat dayîn.  Li Zozanên Hesendînê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hewl tê dayîn ku projeyek madenê çêbikin. Ev projeya madenê 6 gund û bi dehan mezrayan wê bixe bin bandora xwe. Bi pêşengiya Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) û Platforma Parastina Zozanên Hesendînê li dijî amadekariya çêkirina projeya madenê mitîng hat lidarxistin. Mitîng li zozanan hat lidarxistin û rêveberên DBP, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan şêniyên herêmê beşdar bûn.    Di mitîngê de pankarta “Em li zozanên xwe kana madenê naxwazin” hat vekirin û dowîzên “Bila Hesendîn nebe Îlîç”, “Dest nede xwezaya min” hatin hildan. Bênavber dirûşmeya “Bijî berxwedana Hesendînê” hat berzkirin.    EREN: EM Ê RÊ NEDIN MADENÊ    Endam3e Komîsyhona Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan di mitîngê de axivî û destnîşan kir ku herêm bi xebatên madenê ji avê tê ziwakirin û got: “Maden zirarê dide çavkaniyên gel û xwezaya me. Em li vir mafên xwe yên jiyanê diparêzin. Nikarin me bi projeyên talanê ji axa me ya qedîm bikin. Em ê rê nedin projeya madenê ku qada jiyanê ya gelê me tune bike.”    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ye jî axivî û wiha got: "Me berê li çemê Pasûrê masiyan digirt, xelkê xwe pê xwedî dikir lê niha ew jî tune ye. Wê demê jî gelek kesan dengên xwe derxist lê mixabin ew bertek nehat mezinkirin. Êdî em ê destûrê nedin vê talanê. Ev zozan zozanên xelkê me ye û xelkê me li zozanên xwe xwedî derkeve. Em tenê ne qadên jiyanê ji bo xwe diparêzin, em di heman demê de xwedî li mafên ajal, xwezayê jî derkevin. Madeyên kîmyasalê ku di çêkirina vê projeyê de bên bikaranîn, wê Çemê Dîcleyê ku li tevahiya Mezopotamyayê belav dibe jî jehrî bike. Em ji bo parastina siboroja xwe li vir in. Hewce bike em ê her roj li vir nobedê bigirin. Em ê vir nekin qurbanê ranta aboriyê. Ev nebat û xweza dewlemendiya me ya herî mezin e. Tu tiştek nikare bikeve pêşiya vê dewlemendiya xwezaya me. Em tenê ne ji bo destekê, ji bo em jî wek we xwedî li vir derkevin, li vir in.”    'EM Ê ZOZANÊN XWE NADIN KESÎ’    Ayten Ateş jî nerazîbûna xwe ya li dijî projeyê wiha anî ziman: “Ev der cih û warê me ye, jiyana me ye. Em li vir hatin dinyayê. Em ê cihê bav û dayikên xwe nedin kesî. Em naxwazin maden bikeve vir. Em naxwazin ku 20 hezar mirov ji bo zengînbûna çend mirovan perîşan bibin. Em ê jiyan û zozanên xwe nedin tu kesî. Em naxwazin tevirek jî li vir bê xistin.”    Behzat Cengîz jî wiha got: “Heke maden bikeve vir, em ê tune bibin. Ne mimkûn em vê yekê qebûl bikin. Em Zozanên Hesendînê bêxwedî nehêlin. Em bi hev re li dijî madenê têbikoşin. Bila nefesa me tune nebe.”    ‘EM HESENDÎNÊ RIZGAR BIKIN’    Serokê KULP-DER’ê Îflahattin Aslan jî bal kişand ser hewldana çêkirina projeya madenê û got: “Ev tiştên wisa li ku bibin bila bibin, divê kes qebûl neke. Em naxwazin ev maden were çêkirin. Em li ku dibin bila bibin, ruhê me li vir e. Kî li dijî vê rabe em bi wan re ne. Em dikarin bi xwedîderketinê Hesendînê rizgar bikin.”    Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.