Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket 2024-08-18 16:11:59   MÛGLA - Li sê navçeyên Mûglayê li qadên bi daristan şewat dest pê kir.    Li navçeyên Ûla, Menteşe û Yatagan ên Mûglayê li qadên bi daristan şewat derket. Hat ragihandin şewat li derdorê belav dibe.    Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê sewqî herêmên şewatê hatin kirin. Hat ragihandin ku ji bejahiyê û hewa ve mudaxile li agir tê kirin.