Li Çiyayê Cûdî şewat derket 2025-07-03 14:16:24   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî ku texrîbata ekolojîk lê didome, şewat derket.    Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ku texrîbata ekolojîk lê didome, şewat derket. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û dû ya ji çiyê diçe li navenda bajar jî tê dîtin. Heta niha jî ji bo vemirandina şewatê tu midaxile nehatine kirin. Hat zanîn ku şewat her ku diçe belav dibe.