Ocaxên mermeran Komir wêran kir 2017-10-20 09:17:57 SEMSÛR – Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.  Ocaxên mermeran ên li bajaroka Komirê ya Semsûrê, rê li ber texrîbatên mezin vedikin.  Li vê herêmê ligel kanên mermerê yên Dunya, Yummer, Alacakaya, Dimer, Tercîh û Diyarê 13 kanên din ên mermeran dixebitin. Ev kan (ocax) kaniyên avê tije dikin û bi vî awayî zirarê didin çavkaniyên avê û li herêmê jiyana giyaneweran tehdit dikin. Şêniyên bajaroka Komirê diyar dikin ku ocaxên mermeran jiyana wan dixin talûkeyê. Hevşaredarê Komirê Huseyin Yuka, anî ziman ku ocaxên mermeran 8 sal in li herêmê dixebitin. Yuka got ku gelê herêmê berê texmîn nedikirin ku dê ocaxên mermeran rê li ber texrîbateke wisa vebikin.    Yuka, anî ziman ku berê ji bo rê li ber bertekên li hemberî ocaxên mermeran bê girtin, xebata ciwanan a li ocaxan hatiye weadkirin û gelê herêmê hatiye xapandin. Yuka, dest nîşan kir ku ocaxên mermeran nirxên mirovan bin pê dikin, bi feraseta talanê li herêmê rê li ber texrîbatên mezin û giran vekirine. Yuka, diyar kir ku çavkaniyên avê yên bajaroka Komirê û gundên derdorê zuha bûne û wiha got: “Niha em ava vexwarinê peyda nakin. Çem û robara hatin tijekirin. Qadên avî û mêrgî hatin xespkirin. Gelê herêmê li gel nepeydakirina avê niha hew maye dev ji sewalvaniyê jî berde. Ji ber texrîbkirina çavkaniyên avê, her diçe qada heywanên kovî yên li herêmê jî biçûk dibe.”    ‘TÊ XWESTIN HERÊM JI MIROVAN BÊ XALÎKIRIN’    Yuka, diyar kir ku herêm veguheriye hewzeya mermeran û her diçe ocaxên mermeran li qadên cihwarbûnê tên vekirin. Yuka anî ziman ku bi vî awayî tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin û herêm bê belakirin. Yuka, dest nîşan kir ku sedema bêdengiya saziyên erkdar ji ber nasnameya siyasî ya Komirê ye. Yuka, da zanîn ku ocaxên mermeran ên li herêmê dixebitin bêyî Rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) dixebitin. Yuka ev tişt gotin: “Niha 96 ruhsetên ocaxan hene. Yên dixebitin û wê bixebitin jî 24 heb in. Di analîzên hatin kirin de ava me ya xwezayî ne paqij e û ji ber vê me wek şaredarî bîrên artezyenê vekirin. Ji ber ava ku herimiye, berên çandiniyê jî nebaş tên. Her wiha divê ocaxên mermeran ji parên xwe ji sedî 2’yan bide şaredariyê. Ji ber nadin me doz vekiriye û doz berdewam dikin.”    ‘HEKE EM BIBIN YEK WÊ BIÇIN’   Alî Guneyê 76 salî jî diyar kir ku ew êdî nikarin ava kaniyan vexwin. Guney got ku bêhna mazot û madeyên din ji avê tê. Guney, diyar kir ku ew dixwazin ocaxên mermeran bên rakirin û wiha got: “Ji ber yekîtiya me tune ye, em nikarin tiştekî bikin. Heke em yek bûnan, wê nikaribûnan vebikiranan. Berê mirovan digot ‘em biçin Komirê ava li ber çinarê diherike vexwin’. Lê belê niha kanî hemû zuha bûne. Ev 3 meh in bi temamî zuha bûbûn. Lê belê ev nêzî 10 rojan e hêdî hêdî av diherike, lê em ditirsin vexwin.”    Suleyman Taştan ê 63 salî jî, balê kişand ser zirara ku ji ber ocaxên madenan xwe didin der û bang li rayedarên dewletê kir da ku çareyekê peyda bikin. Taştan, anî ziman ku ocaxên mermeran ji bilî jehrê tu tiştî belav nakin û ji ber vê hindik mane koç bikin.    Cerdevanê teqawîd Şeyh Alî (79) ku li gundê Şêxanê rûdinê û ocaxa mermeran 2 kîlometre dûrî gundê wan e jî wiha got: “Ocaxên mermeran zirarê didin mêrgan. Ji ber vê sewalvanî diqede. Çavkaniyên avê zuha dibin. Ocaxên mermeran ji bilî zirarê tu tiştî bi me nakin. Alî got ku ew dixwazin ocaxên mermeran bên rakirin, lê belê tiştek ji destê wan nayê.    MA / Hacı Yusuf Topaloğlu