Yekîtiya Ekolojî: Li welatê ku her der bûbe agir cejn nabe 2018-08-22 13:01:29       WAN - Yekîtiya Ekolojî, diyar kir ku sedema herî mezin a şewata daristanê ewlehî û operasyonên eskerî ne. Yekîtiyê da zanîn ku li welatê ku her der dişewite cejn nayê pîroz kirin.    Yekîtiya Ekolojiyê, der barê şewatên daristanan ên li herêma Dersîm, Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex Amed û Çewlikê derketiye, daxuyaniyek nivîskî ya bi ser navê "Li welatê me ku her der bûye agir û dişewite, cejn nayê pîrozkirin" weşand. Yekîtiya Ekolojiyê di daxuyaniyê de anî ziman ku sedema mezin a şewatên daristanê polîtîkayên ewlehî û operasyonên leşkerî ne. Yekitiyê anî ziman ku her sal ji ber van polîtîkayan daristanên li herêmê dişewitin û îsal jî daristanên li herêma Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Amed, Çewlik û gelek herêmên din dişewitin. Yekîneyê da zanîn ku du hefte ye daristanên li Dersîmê dişewitin û didomin. Yekîtiyê anî ziman ku şewata li herêmê bi hinceta ewlehiyê û operasyonên leşkerî derdikeve û tê derxistin dibe sedema talankirin û wêrankirina xwezayê û wiha got: "Welatî dixwazin mudaxaleyî şewatê bikin. Lê rastî astengiyan tên. Heta niha medya hevkar der barê şewatê de qet nûçe derbas nekiriye. Li gori raporên ekolojîst û dildaran, daristanên nêzî qereqol û yekîneyên leşkerî hatine şewitandin. Bi piranî ji ber çekên bi agir şewat derketiye. Ji ber çekên bi agir şewat bi daristanê dikeve.    Heta niha sazî û rayedarên dewletê yên fermî qet mudaxaleyî şewatê nekirine. Dîsa sazî û rêxistinên çapemeniyê jî der barê şewatê de qet gel agahdar nakin. Sazî u rêxistinên dewletê vê şewatê wekî 'Şewatên daristanê yên faîlê wan nediyar' pênase dike. Lê mirovên herêmê diyar kirin ku bi armanca herêmê bê mirov bihêlin şewata daristanê derdixin."    Yekîtiya ekolojiyê bang li hemû kesên dildar û ekolojîst kir ku li hemberî vê şewatê bêdeng nemînin û têbikoşin.