Dildarên xwezayê: Qîrîna civîkan ji guhê me dernakeve 2018-08-23 09:17:14       DERSIM - Dildarê xwezayê Serdar Dûman ku ji bo tefandina şewata li Dersimê her roj diçe herêma dişewite, bilêv kir ku qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û got: "Qîrîna çivîkên ku dişewitin ji kerika guhê me dernakeve."    Erdnîgariya Dersimê ku ji ber bombebarankirina hewayî û bejahiyî dişewite. Ji ber ku tenê komên dildar mudaxileyî şewatê dikin, şewat natefe. Loma her diçe şewat berbelav dibe.    ‘KÊZIK DIŞEWITIN'    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak, bilêv kir ku bi salan e erdnîgariya Dersimê tê qirkirin. Konak, diyar kir ku bi rojan e daristanên li Dersimê dişewitin û ji ber mudaxile nakin bertek nîşanî saziyên berpirsiyar dan. Konak, diyar kir ku ev şewat bi zanebûnî tên kirin û bi vî awayî tunekirina erdnîgariya Dersimê tê xwestin. Konak, diyar kir ku tenê daristan naşewitin, gelek kêzik, çivîk û heywan jî dişewitin û tên tunekirin. Konak ji bo tefandina şewatê bang li herkesî kir.    ‘JI BO TEFANDINÊ EM DESTÛRÊ NAXWAZIN'    Dildarê xwezayê Serdar Dûman ku ji tefandina şewatê her roj diçe herêma dişewite, diyar kir ku her roj qadeke bi hezaran hektarî dişewite û dibe xwelî. Dûman, diyar kir ku qadên ku dişwitin qadên qedexekirîne û ji bo tefandina şewatê destûr nayê dayîn û got: "Lê belê em dildarên xwezayê destûrê ji kesî naxwazin. Ji bo tefandina şewatê em berê xwe didin herêmê."    BERTEK NÎŞANÎ GREENPEACE DA   Greenpeace ji bo şewitandina daristanan gotibû "Li herêmê meseleyeke polîtîk heye, em tu aliyî nagirin." Dûman bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em dildarên ku agir ditefînin, em tu saziyeke siyasî temsîl nakin. Wekî dildarên xwezayê mudaxile dikin. Li vira tenê daristan nayên şewitandin. Nebat, heywan û çivîk tên şewitandin. Qîrîna çivîkan ji kerika guhê min dernakeve. Hirç, kîvroş, simore daristan terk kirin. Lê nayê qebûlkirin ku ji vê re bê gotin meseleyeke siyasî ye."    ‘EGER JI HEWAYÊ VE MUDAXILE BÊ KIRIN DÊ DI SAETEKÊ DE BÊ TEFANDIN'    Dûman, destnîşan kir ku eger ji hewayê ve mudaxileyî şewatê bê kirin dê di saetekê de bê tefandin û got: "Ji ber wisa nayê kirin em bi tirmix û bêran ditefînin. Dersim perçeyeke bihuştê ye. Dixwazin wê tune bikin."    ‘BI QESDÎ WISA DIKIN'    Şêniyê gundê Muşkirekê Huseyîn Zeytîn got: "Dewletek bi hincetên cuda nikare xwezaya xwe tune bike. Divê ev welat êdî dev ji derûniya şer berde. Hûn jî şahidin in, ma li van daristanan mirov dijîn? Na. Du kobra tên. Bi rojan em taciz dikin. Paşê li ber çavê me xwezaya me dişewitînin. Dipirsim, çi eleqeya vê bi terorê re heye? Bi qesdî daristanên me dişewitînin. Dema li rojavayê welat şewatek çêdibe, saziyên dewletê hemû seferber dibin. Niha em ji bo tefandina şewata li vira balafireke şewatê ji dewletê bixwazin, bawer dikim ew ê helîkopterên ku şewatê derdixin bişînin. Loma em jê alîkariyê naxwazin."    MA / Semra Turan