Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin 2017-10-24 09:24:18 HATAY - Bi dehan ocaxên keviran ên li Çiyayê Amanosê hatine avakirin, her der talan û wêran kirin. Nebatên gîha yên ku li gelek cihan nayên dîtin, bi vekirên kanan keviran re tune dibin. Çiyayên Amanosê yên dikevin nav sînorên navçeyên Îskenderun, Altinozu, Kirikhan, Dortyol û Erzînê yên Hatayê, her çendî qasî 30 hejmarî ocaxên keviran hatibin diyarkirin jî ev hejmar qasî 50 ocaxên kevira ye, ji ber qirêjî û talana li herêmê gelek nebatên gîhayan tune dibin. Ocaxên keviran ên ku teferruata wan zêde ye, destûrnameya madenê ji hêla şirketan ve tên girtin, bê rêk û pêk herêm bi dînamîtan tê talankirin.   Endamê Komeleya Parastina Derûdorê ya Îskenderunê Ercument Kimyon, da zanîn ku li Çiyayên Amanosê bi dehan ocaxên kevir hatine vekirin, xîzên ku tên derxistin wekî mezemeyên çêkirinê bi kar tînin. Kîmon destnîşan kir ku ocaxên kevir ên li Kendava Îskenderunê diyarde ne û ev tişt got: "Ji hêlekê ve çiyayê herêmê tê kun kunîkirin, ji hêlekê ve jî kendavê tije dikin." Kîmyon da zanîn ku hin ocaxên kevir di bin navê mermerê de hatiye vekirin û wiha pê de çû: "Hemû ocaxên keviran di bin navê 'Destûrnameya Lêkolînên Madenê' de hatine vekirin. Ev ocax bi toz, gemar û rûxandina xwe bandoreke gelek xirab li ser xwezayê dikin."   'DIVÊ GEL XWEDÎ DERKEVE'   Kîmyon piştrast kir ku ocaxên keviran raste rast, destûrnameya ocaxên keviran nagirin, li cihê ku destûrnameyên ocaxên keviran ên teferruata wan zêde ye bigirin, li cihê wan destûrnameyên lêkolîna madenê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezareta Bajarvanî û Derûdorê jî di bin navê 'piştgiriya ji bo aboriya welat' de raste rast van destûrnameyan dide. Dema şirket jî van destûrnameyan digirin, li ku bixwazin li wir ocaxên keviran û ocaxên mermeran vedikin. Nebatên li Çiyayên Amanosan, li tu dera Ewropayê nayên dîtin. Welatên biyanî van herêman gelekî baş diparêzin. Lê li Tirkiyeyê berde parastina wê, bi destê wezaretê dikin qurbanê polîtîkayên enerjiyê. Tenê rêyeke parastina wan heye, ew jî divê gel xwedî li van çiyayan derkeve."   'DEWLET NE XWEZAYÊ, SERMAYEYÊ DIPARÊZE'   Kîmyon anî ziman ku dewlet li cihê ku divê xwedî li xwezayê derkeve, çavê xwe ji vê talanê re digire, li gorî qanûnên ku xwezayê diparêze tev nagere û wiha axivî: "Dewlet cihê ku divê xwezayê biparêze, tenê sermaneyê diparêze."