‘Em li dijî talanê serî rakin’ 2017-10-24 09:31:55 STENBOL – Endamên Parastina Bajêr a Bakirkoyê, ji bo eraziyên Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê ku ji îmarê re hatine vekirin wiha gotin: “Wek welatperwerên vî welatî em li dijî vê talanê serî rakin.” Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, di meha Nîsanê de ji bo 5 paselên bi mezinahiya xwe milyonek metrekare eraziyên li Bakirkoyê plana îmarê guherandibû. Di nav sînorên vê plana îmarê de Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargirî ya Bakirkoyê jî heye. Ev der cihê dawîn ê hêşîn ê Bakirkoyê ye û nêzî 17 hezar dar lê ne. Endamên Parastina Bajêr a Bakirkoyê bertek nîşanî vê rewşê dan û çend roj berê 30 hezar îmzeyên ku berhev kirin şandin Meclîsê.    'WÊ AVM Û HOTEL BÊN ÇÊKIRIN’    Endama Parastina Bajêr a Bakirkoyê Îlknûr Turkoglû, anî ziman ku ji roja plan hatiye daxuyandin heta niha wan çalakiyên cur bi cur li dar xistine û biryara Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê şermezar kiriye. Turkoglu, anî ziman ku wan vê havînê bêyî ku bêjin germ e li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê 30 hezar îmze berhev kirine. Turkoglu, diyar kir ku dê li vê qadê avahiyên bazarê, otel û tesîs bên avakirin.    'POLÎTÎKAYÊN RANTÊ DI DEWRÊ DE NE’    Turkoglu, dest nîşan kir ku ev tabloya êşbar tenê ne li Bakirkoyê, li her derê Stenbolê xwe dide der. Turkoglu, diyar kir ku nexweşxaneyên aîdî raya giştî tên kesîdekirin û ev qad ji îmarê re tên vekirin. Turkoglu got ku tenê polîtîkayên rantê di dewrê de ne û wiha domand: “Em li hemberî polîtîkayên rantê têdikoşin. Çimkî Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargirî xizmeta gelek nexweşan dike.”    'DIVÊ EM JI ÊRÎŞAN RE BIBÊJIN NA’    Endamê Parastina Bajêr Umran Serhan jî, anî ziman ku li hemberî êrîşên li xweza û raya giştî yên li Bakirkoyê û tevahiya welat heta ku ji destê wî tê tev digere û dibêje na. Serhan, diyar kir ku 15 sal in tu der nemaye ku îktîdarê nefirotiye û ji bo hemû piran, derbasgehan veguherîne cihên bipere her cure organîzasyonan dike. Serhan dest nîşan kir ku li vê qadê bi sedan dar hene û divê ew li hemberî jêkirina wan rawestin. Serhan bang li her kesî kir ku, divê wek welatperwerên vî welatî ew li hemberî talanê serî rakirin.