Li Çiyayê Madrayê gefa siyanurê: Dê 100 salên pêşiyê jehrî bihêle 2017-10-30 09:08:05 BALIKESÎR - Çiyayê Madrayê bi berû û çamên xwe yên reş tê zanîn, aliyê wê yê bakur Çiyayê Şapê heye û di bin gefa fîrmayên siyanurê de ye. Berdevka BURÇEP'ê Hatîce Engîn, aşkera kir ku dê jehreke ku bandora wê 100 salan dewam bike li pişt xwe bihêle. Çiyayên Madrayê yên di nav sînorê navçeyên Burhaniye û Havranê yên Balikesîrê de ne, Çiyayê Şapê yên di xeta bakur de dirêj dibe, di bin gefa talana Bahar Madencîlîk Sanayî û A.Ş'yê de ye. Fîrmayê ji bo vekirina madena zêrî serlêdan kir. Madena Zêr a Demîrtepe (Demirtepe Altın Madeni) dê bibe kana vekirî. Hat gotin dê xebatê vê madenê bi rêbaza lîç a siyanurê ya "herî wehşî" tê zanîn esas bê girtin, fîrma ji bo pêvajoya madena zêrî bide destpêkirin, serî li Wezareta Bajarvanî û Derûdorê daye û dosyaya xwe radestê wan kiriye.   Di dosyayê de dê maden li ku bê avakirin cih jî hatiye diyarkirin. Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, qada ku dê maden lê bê derxistin, ji sedî 79 wê ji darên meşe û çama reş pêk tê, beşa mayî jî erdê ji bo çandiniyê ye.   NEBATÊN ÇÊREYAN Û 97 CUREYÊN AJALAN TESPÎTKIRIN   Di projeyê de tê diyarkirin ku rêbaza lê gerînê rêbaza lîç a siyanurê ye, Newala Degîrmenê ya ku ji bo lêgerîna madenê hatiye kifşkirin jî di mehên zivistan û biharê de çemên ku diherikin hene. Li qada madenê 182 nebatên çêreyan û bi wê ve girêdayî hêj nebatên din jî dikarin bên kifşkirin. Ji derveyê nebatên çêreyan, di lêkolînan de 97 cureyên ajalan jî hatine kişfkirin. Lê rûxmê vê jî di dosyaya ku pêşkeşê wezaretê hatiye kirin de, tê xwestin bê erêkirin.   CEWHERÊN NÛ BÊN DÎTIN…   Di dosyayê de tê gotin ku dê pêvajoya lêgerînê 10 salan bajo, di lêgerînên sontajê yên li herêmê de 16 milyon ton cewher hatiye tespîtkirin, di dema derxistina cewherê de dê 2 milyon û 650 metrekup pasa bê derxistin. Pasaya ku dê bi rêbaza lîç a siyanurê bê derxistin jî dê di depoyên li herêmê de bên bicihkirin. Her çendî di projeyê de tê gotin ku dê di 10 salan de bi dawî bibe jî heke rezerveke nû li qadê bê tespîtkirin, dê proje bê berfirehkirin.   DÊ JI DESTAN BÊN FIROTIN   Di dewama agahiyaên projeyê de tê gotin ku cara yekemîn di navbera salên 1987-88'an de lêgerîna cewherî pêk hatiye, serlêdanên ji bo lêgerîna zêrî di demên borî de jî hatiye qebûlkirin. Li gorî wê hat diyarkirin ku xwediyê kargeriya berê cara yekemîn li wir xebat kiriye, Koza Altin Madenî ya Bergamayê ya girêdayê Newmontê ye, piştî bi hinceta têkiliya wê bi Cemaeta Gulen re heye, qeyûm tayînê wê kirine, piştre ev ji hêla taşronê Kozayê yê berê Bahar Madencilikê ve hatiye standin.   ‘DÊ JI NIVŞÊN NÛ RE JEHRÊ BIHÊLIN'   Berdevka Platforma Derûdorê ya Burhaniyeyê (BURÇEP) Hatîce Engîn, piştrast kir ku di pêşengiya Bahar, Uludora û Tunad Madencilikê ve 3 madenên zêrî tên amadekirin. Engîn destnîşan kir ku ev şirketên navneteweyî yên kapîtalîzmê ew avakirine, av, hewa û axa herêmê bi kîmyasalan jehrî dikin û wiha got: "Tê gotin ku dê xebata madenan 10 salan dewam bike. Lê ev amûrên kîmyawî yên tên xebitandin, dê bandora wan sed salî dewam bike. Dê nivşên hêj nehatine dinê jehrî bikin. Divê mirovên li herêmê axa xwe nefiroşin, bi wedên kar û nizam çi neyên xapandin. Lê polîtîkaya destpêkê birçî bihêle, muhtac bike di dewrê de ye. Em ê ruxmê vê jî têkoşîna xwe dewam bikin."   MA / Ahmet Kanbal