‘Gel bê perwerdekirin dê têkoşîna li dijî HES'an xurtir bibe’ 2017-10-31 09:19:40 ANTALYA – Berdevka Plaftorma A ya li Antalyayê û derûdora wê têkoşîna li dijî HES'an dide, Hediye Gunduz, aşkera kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî HES'an bi zanekirina gel pêkan e.  Li gelek herêmên Antalyayê gelek Santralên Hîdroelektrîkê (HES) di xebatê de ne, qasî 25'an jî di pêvajoya înşaetê de ne. Berdevka Platforma Kaş, Denîzlî, Burdur, Isparta û Antalyayê (Platforma A) Hadiye Gunduz destnîşan kir ku erdnîgariya ku Tirkiyey li ser e û ji ber şertên demsalî ava wê kêm e û ji ber ku welatê cotkariyê ye, HES zerareke cidî dididinê.   Gunduz da zanîn ku HES'a li gundê Degirmenê ya navçeya Manavgata Antalyayê tê xwestin bê çêkirin, beşeke wê di nava Parka Neteweyî ya Kanyona Kupruçayê û nava gund re derbas dibe û wiha got: "Ji ber ku gundiyan berê zerara HES'an nizanibûn, li dijî wê derneketin. Lê piştî mesiyên ku gundiyan pê debara xwe dikir, mirin gundiyan dest bi têkoşînê kir."   DEWLET LI DIJÎ MIRINA MASIYAN BÊDENG E   Gunduz piştrast kir ku wan der barê mirina masiyan de serî li Miduryeta Sewalkarî, Çandinî û Qût a Antalyayê daye, lê miduryetê aşkera kiriye ku ew pêre eleqedar nabin û got ku "HES'ên ku hatine avakirin bûne kujerê bi sedhezaran mesiyan" û wiha pê de çû: "Xwestine li ser aveke li gund diherike HES'ê ava bikin, lê bi têkoşîna gel ev hat rawestandin. Piştî gel li dijî HES'an zana bû, têkoşîn jî xwerttir bû. Têkoşîna herî bi babor a li dijî HES'an, ji zanyarbûna civakê re derbas dibe. Dîsa divê bi gundiyan re têkoşîn bê meşandin."   Gunduz anî ziman ku gundiyên ku bi cotkariyê re eleqedar in, qîmeta avê baş dizanin û li hemû welatên ku bi cotkariyê re eleqedar in, ji bo avê têkoşînek mezin didin û diyar kir ku îro gundî bi vê hişmendiyê ji bo avê li dijî HES'an tê dikoşin.   NIZANIBÛ HES ÇÎ YE   Gunduz derbirî ji ber ku gel berê der barê HES'an de ne xwedî agahî bû, dewletê jî ev rewş baş daye xebatê, lê piştî gel zerara HES'an a li ser xwezayê derxist zanyariyê, li dijî vê dest bi têkoşînê kirine.   Gunduz destnîşan kir ku ji ber zêdehiya çavkaniyên avê, Antalya her dem di hedefa HES'an de ye, gel HES'an naxwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Antalya hemû nematên Deryaya Spî di bin sîwana xwe de diparêze. Ev bajara di heman demê de ji bo çandiniyê jî gelekî girîng e. Gelek cotkarên li ber çeman cotkarî û çandinî dikirin, bi kêmbûna avê û jehrîbûna berheman re, têkoşîna xwe ya li dijî HES'an zêde kirin."   Gunduz herî dawî diyar kir ku mafê kesî tune pêşiya avê bigire û piştrast kir ku gel ji bo çemên wan bi azadî biherikin têkoşoşînê didin.