Li Bergamayê pençeşêr zêde bû: Divê lêkolîn bê kirin 2017-11-02 09:56:42 ÎZMÎR – Madena Zêr a Kozayê cewhera li Bergamayê bi dawî kir û ji madenên cuda cewhera ku aniye bi hilberîna siyanurê re hilberînê dewam dike. Herêma ku gund tên valakirin nexweşiyên pençeşêrê zêde dibin û ev di nav civakê de gelekî tê nîqaşkirin, divê demil dest li herêmê lêkolîn di vê der barê de bên kirin. Madena Zêr a Kozayê ya girêdayê Koza Holdîngê, li gundên Gukçeagil, Koza û Ovacikê yên navçeya Bergamayê ya Îzmîrê xebatên xwe bê navber dewam dike. Piştî tayînkirina qeyûm, Rapora Erênî ya Nirxandina Etîk a Derûdorê (ÇED) ji hêla 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê ve hat betalkirin, li bendê ye maden bê girtin, serlêdana ÇED'ê ya ji bo sêyemîn bendava avên qirêj tên çêkirin, ji hêla Wezareta Bajarvanî û Derûdorê ve hat qebûlkirin. Her çendî qeyûm li ser kar be û xebitandina cewher hatibe rawestandin, Madena Zêr a Kozayê ya li Bergamayê serlêdana ji bo avakirina tesîsa çaremîn a avên komkirinê jî di dema nirxandinê de ye. Madena Zêr a Kozayê bi rêbaza siyanurê lêgerînê dike û xebatên derxistina cewherê bi dawî bûn, lê wekî navenda lêgerîna cewherê tê xebitandin.   ‘GIRÊN MEZIN ÊN BERMAHIYAN HENE’   Cewhera madenê ya li Kozak û Gokçeagilê tê derxistin û dikişînin Bergamayê, hewza siyanurê ya Madena Zêr a Kozayê jî hat mezinkirin. Her roj li herêma madenê bi hezaran ton cewher tê derxistin û ji ber vê li herêmê girên mezin ê bermahiyan çê bûne. Maşîneyên kar bê navber dixebitin, bermahiyên ku ji herêma siyanurê tên derxistin dibin cihê daristanî û ev herêm jî ji xwe ji daristanbûnê hatiye derxistin.   ‘BERGAMAYÎ LI WIR NIKARE BISEKINE’   Gundiyê Bergamayê û dijberê madenan Oktay Konyar, aşkera kir ku li herêmê 17 gund hene, bi karê sewalkarî û çandiniyê re eleqedar dibin, roja ku madenê dest pê kiriye ji bo wan jî pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Konyar piştrast kir ku zevî û darên welatiyan bi maşîneyên kar tune kirine, her çendî der barê madenan de biryara girtinê hebe jî hêj heman xebat berdewam dikin. Konyar destnîşan kir ku ji ber lêgerîna bi siyanurê, wekî berê çandinî û sewalkarî nikare bê kirin, ji ber wê tenê di destê gel de darên zeytûnê mane.   Konyar aşkera kir ku gelek gundên li herêmê bi xetereya valakirinê re rû bi rû ne, tenê li gundan kal û pîr mane. Konyar got ku ciwanên herêmê an diçin bajarekî din, an jî li anvenda bajêr bi cih dibin, hin gundiyên ku xwe ji madenên zêrî rizgar nakin, neçar dimînin di hin madenan de bixebitin û wiha got: "Ji ber siyanurê hilberîn êdî nayê kirin, wekî ku tê gotin bermahiyên siyanurê li cihên wê nayên komkirin, ev jî bandorê li ser hemû Bergamayê dike."   ‘DIVÊ LÊKOLÎN BÊ KIRIN’   Li gorî agahiyan gote gotên wekî li herêmê jinên 35-40 salî yên li herêmê ji ber pençeşêra pêsîran jiyana xwe ji dest didin belav bûne, Berdevkê Platforma Derûdorê ya Bergamayê Erol Engel di vê der barê de axivî. Engel piştrast kir ku ji derveyê aliyên serwext, tunekirina Bergamayê ne di xema kesî de ye, sedema vê jî berjewendî û rantê ve girêda. Engel destnîşan kir ku mirovên li Bergamayê zêde behsa pençeşêrê dikin, divê li herêmê lêkolîna pençeşêrê bê kirin.