Ekolojîst Gursucu: Dê bendavên ewlehiyê têxin xizmeta gaza zinaran 2017-09-25 09:40:59 STENBOL – Ekolojîst-nivîskar Yusuf Gursucu diyar kir ku ji bo pêvajoyên hilberînê yên enerjiyê yên li Tirkiyeyê, zêdetirî pidiviya enerjiyê tê xerçkirin. Gursucu got ku armanca sereke ya “bendavên ewlehiyê” ku hikûmeta AKP`ê li herêmê çê dike tenê di pêvajoyên gaza zinaran de xebitandina avê ye.  Ekolojîst-nivîskar Yusuf Gursucu balê kişand ser polîtîkayên enerjiyê yên cîhanê û Tirkiyeyê û dest nîşan kir ku ji bo pêvajoyên hilberînê yên enerjiyê yên li Tirkiyeyê enerjiya ku pêdivî pê heye bêtir enerjî tê hilberandin.    'DÊ PETROL MÎADÊ XWE TIJE BIKE'   Gursucu anî ziman ku ji bo ku hebûna xwe biparêze kapîtalîzm tim hildiberîne û tiştên hildiberîne diqexîne û her ku pêvajoyên hilberînê mezin dibin sermaye jî mezin dibe. Gursucu dest nîşan kir ku dê 20-30 sal şûnde li herêma ku Tirkiye lê ye petrol û gaza xwezayî mîadê xwe tije bike û wiha got: “Divê tiştekî têxin şûna vê. Vê yekê wek guherîna avhewayê nîqaş dikin. A rast bi vê yekê ya tê nîqaşkirin ew e ku `ez ê çi têxim şûna vê`. Li şûna vê awayên enerjiyên roj, ba û yên din tên lansekirin.”   Gursucu anî ziman ku geşedanên li cîhanê têkildarî polîtîkayên enerjiyê yên welatan e û li ser Tirkiyeyê bandora van geşedanan cuda ne. Gursucu diyar kir ku li Tirkiyeyê vegera komirê ji nû ve dest pê kiriye û wiha axivî: “Bi awayekî zêde nukleerê mezin dikin. Li gel vê gaza xwezayî li ber qedandinê ye û dixwazin li şûna vê gaza zinaran û petrola zinaran mezin bikin. Ev yek DYA`yê zaf mezin kir. Li hemû cîhanê ev pêvajo dest pê dike. Di warê ekosîstena cîhanê de dê encamên vê yekê zaf giran bin.”    ‘ZÊDEYÎ PÊDIVIYAN HILDIBERÎNIN’   Gursucu daxuyaniya Ajansa Enerjiyê ya Amerîkayê ku diyar kiribû “ Dê heta 2040`î li welatên li herêma Asyayê pêdiviya enerjiyê û hilberîna wê zêdeyî ji sedî 40`î zêde bibe” bi bîr xist. Gursucu dest nîşan kir ku ev zêdebûn ji ber pêdiviyê derketiye holê. Gursucu wiha domand: “Ji bo pêvajoyên hilberînê yên enerjiyê yên li Tirkiyeyê enerjiya ku pêdivî pê heye bêtir enerjî tê hilberandin. Niha potansiyela wê 80 hezar û 459 MW ye. Li hemberî vê jî li Tirkiyeyê di navbera 25-35 MW hêzek heye û tê kişandin.”    Gursucu diyar kir ku, li Tirkiyeyê li Farqîn û Trakyayê sondajên gaza zinaran tên lêxistin. Gursucu got ku armanca sereke ya “bendavên ewlehiyê” ku hikûmeta AKP`ê li herêmê çê dike tenê di pêvajoyên gaza zinaran de bikaranîna avê ye. Gursucu da zanîn ku ji bo hilberandina enerjiyê li Tirkiyeyê rojê 5 milyar metrekup av tê bikaranîn. Gursucu dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê av wek amûrên polîtîk tên kontrolkirin û dema vê yekê dike awayê wê yê herî êrîşkar li ser gel disepîne.    Gursucu anî ziman ku ji bo astengkirina van êrîşan divê pirsgirêk ji gel re bên vegotin û divê demildest rêxistinbûyînek xwe bide der. Gursucu wiha axivî: “Kêmaniya me ya herî mezin ew e ku bîrnebiriya avaniyên çepgir û sosyalîst in. Tu carî vê yekê wek paradîgmayeke polîtîk esas nagirin. Îro tenê tevgerek heye. Li Tirkiyeyê tevgera siyasî ya kurd ekolojiyê li nêv siyasetê bi cih kir. Li Rojavayê rêxistinbûyîneke cidî heye, em wê dişopînin û xweziya xwe pê tînin.”    MA / Muhammed Dogru