Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike 2017-11-14 09:37:07 ÎZMÎR – Berdevka Surdurulebilir Yaşam Platformu (Platforma Jiyana Berdewamkirî) Esen Fatma Kabadayi li dijî RES'a di erdê wan de tê çêkirin dest bi têkoşînê kir, piştî bavê wê niha bi keça xwe Ela re têkoşînê dewam dike. Li navçeya Çeşemeyê ya Îzmîrê ekolojîst xebatên xwe yên li dijî talana xwezayê didomînin. Ji van yek jî berdevka Platforma Jiyana Berdewamiyî Esen Fatma Kabadayi (33) ye. Kabadayi tevî keça xwe ya yek salî Ella têdikoşe. Di sala 2013'an de hat xwestin li navçeya Çeşmeyê Santrala Enerjiya Bayê (RES) bê avakirin û li cihê ku santral tê çêkirin erdê malbata Kabadayi jî di nav de, erdê gelek malbatan heye. Kabadayi aşkera kir ku têkoşîna wan ji nifşan digihêje nifşên nû.   ‘BI BAVÊ XWE RE DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR’   Kabadayi da zanîn ku ew li hemberî xwezayê bi hurmet e, têkoşîna li dijî RES'ê bi parastina erdê ji kalê wê mayî dest pê dike. Kabadayi piştrast kir ku wê têkoşîna li dijî talana xwezayê bi bavê xwe re dest pê kiriye, tevî hemû hewldanên wan jî kemçe ketine erdê wan. Kabadayi da zanîn ku RES bi awayekî dijhiqûqî tên avakirin.   ‘EM BI ÊRÎŞÊN ŞIRKETÊ RE RÛ BI RÛ MAN’   Kabadayi dest nîşan kir ku li her derê Tirkiyeyê di qada îmar û enerjiyê de polîtîkaya talanê dewam dike û wiha got: "Ji bo rant û berjewendiyan bi lezgîn biryara cemaweriyê derdixin û dest datînin ser mal û milkê gel. Sed mixabin di demên dawî de xweza ji ber van bûyeran diheje. Me jî bi têkoşîna parastina xwezayê dest bi xebatan kir. Wê demê keça min Ella tune bû. Ez hêj nezewicî bûm. Roja destpêkê ya têkoşîna ekolojiyê tê bîra min û şîrketê kemçe xistibû baxçeyê me. Me ew roj ji wan re got ku; 'Hûn niha di qada SÎT'ê ya pîleya yekemîn de ne. Li dijî hemû kar û barên îdarî doz hat vekirin. Welatî naxwazin axa xwe bifroşin û naxwazin li bazarê rûnên. Hêj tapû li ser navê me ye we erd nestandiye. Ev ê jî dê rê li ber bûyerên ku nayên telafîkirin veke.' Lê şirketê bi awayekî hovane êrîşî me kir."   Kabadayi anî ziman ku hin kesên projeya RES'ê erê kir, di çarçoveya hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ya Cemaeta Fethullah Gulen de hatin girtin, dozger û dadgerên ku li dozê mêze dikirin guherî ne û pêvajoyeke nû ya têkoşînê hatiye destpêkirin.   Kabadayi diyar kir ku ew bi salan li Çeşmeyê ji bo xwezayê têkoşiyane, lê piştî salan biryara cemaweriyê ya bi lezgîn û ji plana îmarê re vekirinê hatiye rawestandin û ji ber doza ku şîrketê li wan vekiriye tên darizandin. Kabadayi piştrast kir ku hiqûq ne aliyê welatiyanî, alîgirê sermaye, hêz û desthilatdariyê ye.   ‘EZ Û KEÇA XWE TEV DE TÊDIKOŞIN'    Kabadayi bi bîr xist ku wê bi bavê xwe re dest bi têkoşînê kiriye, piştî bavê wê wefat kiriye ew û keça xwe Ellayê tevde têdikoşin û wiha pê de çû: "Keça min hêj nû hat dinê. Ez bi keça xwe re tev li civînên ekolojiyê dibim. Dema ez ducanî bûm jî li xweza û zeviyan bûm. Ji bo pêşeroja zarokên me bi aram derbas bibe, em têdikoşin."   Kabadayi herî dawî got ku "Ji bo xwezayê ew ê her dem aştiyê biparêzin" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke xweza bê parastin dê pêşeroj jî bi aram be. Pêşeroja hemû zarokên cîhanê tê talankirin. Ji bo zarok û pêşeroja xwe divê em li dijî kapîtalîzmê têbikoşin. Têkoşîna li dijî rant û sermayeyê têkoşîna me hemûyan e, têkoşîna mirovahiyê ye. Wekî têkoşîna ku bavê min ji bo me dayî. Dê têkoşîna me nifş bi nifş dewam bike. Dê piştî me têkoşîna keça min dewam bike. Ev têkoşîn ji bo zarok neyên kuştin tê meşandin."   MA / Rûken Demîr - Ayşe Surme