'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya' 2017-11-26 09:54:21 AMED - Akademîsyen Zekî Kanay der barê Newala Dîcleyê de nirxandin kir got ku "Heke me Newala Dîcleyê fêm bikira, me derdê wê bidîta dê nehata vê rewşê" û der barê talan li Newala Dîcleyê pêk tê de banga parastinê kir. Yek jî newalên herî girîng ên li Kurdistanê Newala Dîcleyê ye, herêma ku di warê aborî û dîrokî de jî gelekî dewlemend e, di bin sîwana xwe de bi hezaran zindiyan diparêze. Lê ji ber bendavên ku dewlet li herêmê ava dike, ev newal bi talanê re rû bi rû ne. Di sala 2015'an de bi Sûrên Amedê re UNESCO'yê wekî Mîrateyên Çanda Cîhanê Newala Dîcleyê jî tev li lîsteya xwe kiribûn. Lê ji bo parastina wan heta niha tu tişt nehatiye kirin û Baxçeyên Hevselê jî ji ber texrîbatên ku bi destê dewletê pêk tên, bi tunebûnê re rû bi rû ye.   Yek jî şûnwarên dîrokî yên li Kurdistanê bajarê dîrokî yê Heskîfê ye, ruxmê hemû nerazîbûnan jî li ser bajarê dîrokî Bendava Ilisuyê tê avakirin, Newala Dîcleyê jî pêre bi xîzê tê tijekirin, ev jî jiyana zindîwaran dixe xetereyê. Bi hezaran masiyên di newalê de ji ber xebatên bendavê mirin. Herî dawî li Pira Deh Derî, ji ber ku berê herikîna avê hat guhertin bi hezaran masî mirin. Alk. Doç. Dr. Zeyî Kanay ê 22 salan li Zanîngeha Dîcleyê li ser Newala Dîcleyê lêkolîn kirin, di heman demê de di Beşa Zanyariya Bingehîn a Fîzyolojî ya Zanîngeha Dîcleyê de piştî 23 salan xebitî, ji kar hat îxrackirin. Kanay der barê texrîbatên li Newala Dîcleyê de axivî û aşkera kir ku her roja ku derbas dibe, ev texrîbat zêdetir dibe.    ‘CUREYÊN BIYOLOJÎK TÊN TUNEKIRIN’   Kanay aşkera kir ku rewşa Newala Dîcleyê "Gelekî dilşewat e" û li ser girîngiya Newala Dîcleyê ev tişt got: "Heke bi aqlê selîm nêzîkî vê newalê bibûna, dê ne li Tirkiyeyê, li cîhanê jî dê bûbûya newala herî bêhempa. Rêvberiya Zanîngeha Dîcleyê ji ber avahiyên betonî li Newala Dîcleyê ava dike û darên li herêmê jê dike, bi projeyên ku dixe meryetê ekolojiya li herêmê talan dike. Bi vê texrîbatê re cureyên wê yên biyolojîk ji holê tên rakirin."   ‘EM NEPARÊZIN DÊ KES NEPARÊZE’   Kanay destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo Newala Dîcleyê tê dayîn bê mezinkirin û wiha axivî: "Heke em bûbûna yek, me fêm bikira û me derdê wê bibihîsta, dê Newala Dîcleyê neketa vê rewşê." Kanay bê dengiya UNESCO'yê ya li dijî talana Newala Dîcleyê jî rexne kir û di vê der barê de jî ev tişt got: "Heke em Newala Dîcleyê neparêzin dê kes neparêze. Divê em baweriya xwe bi UNESCO'yê neynin. Ruxmê ew qas texrîbatan jî degê xwe dernexist. Di vir de polîtîkayeke cuda heye."   'DÊ BENDAV MASIYAN TUNE BIKIN'   Kanay piştrast kir ku newal ji bo zindiyên endamîk cihekî gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Di Newala Dîcleyê de 51 cureyên masiyan hene. Lê ji ber bendavê cureyên van masiyan di bin xetereyê de ne. Çemê Dîcleyê ji çemtiyê derxistin. Bi bendavê re herikîna avê guherî. Ev rewş di Çemê Firatê de jî derketibû holê. Niha jî Newala Dîcleyê di heman rewşê de ye. Ji ber bendavê Dîcle hat asta nema dikare biherike. Ji ber ku masî jî vê rewşê nema radikin, bi komî dimirin."   ‘JI BO DÎCLEYÊ HER DEM HÊVIYEK HEYE’   Kanay anî ziman ku bi projeyên rantê yên nû re Newala Dîcleyê tê texrîbkirin, aşkera kir ku divê li dijî vê bertekên civakî zêde bibin. Kanay polîtîkayên li ser Newala Dîcleyê tên meşandin jî gelekî xelet dît û destnîşan kir ku dê roj bê ev kes vê xeletiyê dikin, dê baş fêm bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo Newala Dîcleyê her dem hêviyek heye, ji bo parastina Newla Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê, Platforma Parastina Hevselê hat avakirin û di nav xebatan de ye, hem xebatên parastinê û hem jî yên serwextkirinê dimeşîne."