Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir 2017-12-02 14:00:32 SEMSÛR – Li Kolikê leşkeran mudaxeleyî çalakgenêh dijberî çêkirina HES’ê kir.  Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ya ku dixwazin li ser Çemê navçeya Kolika Semsûrê ava bikin rastî berteka gundiyan tê. Leşkeran mudaxeleyî çalakiya gundiyan dixwestin çêkirina HES’ê bê rawestandin kirin. Gundiyên li Çemê Kolikê kom bûn 3 ji wan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji welatiyên ketin pêşiya makîneyên kar, Mehmet Karakaş, Yilmaz Çelîk û Mehmet Alî Çelîk birin Qerewola Leşkeran a Navçeyê. Welatiyê bi navê Mehmet Ulutaş ê 80 salî jî di encama mudaxeleyê de ji ser hişê xwe çû û wî rakirin nexweşxaneya dewletê.    Sekna gundiyan a li ber çem dewam dike. 3 welatiyên hatin binçavkirin jî hatin berdan.