12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû 2017-12-18 11:38:41 ENQERE - Li gorî îstatistikên TUÎK'ê yên der barê bermahiyên Ava Qirêj û Santrala Termikê, di sala 2016'an de li Santralên Termikê yên Tirkiye 12 hezar ton bermahiyên talûke belav kirine.    Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK), Îstatîstikên bermahiyên ava qirêj û santrala termîkê ya 2016'an a Tirkiye aşkere kir.    8.5 MÎLYAR TON JAHR HERIKANDIN DERYAYÊ   Li gorî daneyên îstatîstîkan di salekê de 8,6 milyar ton (metrekup) av ji bahrê kişandin. Ji sedî 98,4 av ji bahrê kişandin. Ji sedî 98,3’ê vê avê ji bo sarkirinê şuxulandin. Di 20167an de di santralên termikê de 8,5 milyar ton bermahî dîsa avêtin nava avê.    20 MÎLYON TON BERMAHÎ AVÊTIN    Li gorî îstatistikên TUÎK'ê yên der barê bermahiyên Ava Qirêj û Santrala Termikê, di sala 2016'an de li Santralên Termikê yên Tirkiye 12 hezar ton bermahiyên talûke belav kirine. Bi giştî 19,5 milyon ton bermahî çê bû û li nava deryayê û bejahî belav kirin. Ji sedî 12,2 bermahiyên kîmyewî, kaxiz, plastîk, bermahiyên metal yên derdorê jahrînî dike ye.