AKP, ji bo Qenal Stenbolê li pêyî 'keysperestiyê' ye 2020-04-02 09:15:58   STENBOL - Îqtidara AKP'ê di vê pêvajoya vîrosa coronayê de çêkirina Qenal Stenbolê daye ber îhaleyê. Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.    Ji ber vîrûsa coronayê aboriya Tirkiyeyê jî sekiniye. Lê belê hikûmet di vê pêvajoyê de jî dev ji çêkirina projeya Qenal Stenbolê bernedaye û di 26'ê Adarê de wê da ber îhaleyê.    Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.    ‘KESYPERESTÎ'    Yikici, anî ziman ku îqtidar li pey keysperestiyê ye û got: "Em li welatê yekzilamiyî dijîn. Ji zûde ye îqtidar dixwaze tiştên wiha demildest bike."    Yikici, diyar kir ku berê li dijî vê projeyê dadiketin kuçeyan û çalakî li dar dixistin, lê belê niha ji ber şewba vîrûsa coronayê biryar girtine ku çalakiyan li dar nxein û got: "Em nikarin dkevin kuçeyan, lê me dev ji tiştekî jî bernedaye. Em medyaya civakî bi awayekî çalak bi kar tînin. Niha em çalakiyên xwe bi vî awayî bi rê ve dibin. Lê belê îqtidar dev ji a xwe berdane. Niha li hemberî me îqtidareke ku ji sala 2012'an ve bi projeyên megayî çav berdaye xweza, çavkaniyên avê, qadên çandiniyê, qadên jiyanê û hemû qadên Stenbolê. Cîhan hemû li dijî vê şewbê tev digere, lê ew projeyên xwe didomînin."    Her wiha Yikici da zanîn ku dozên ku rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, odeyên pîşeyan û welatiyan vekirine jî didomin. Yikici, bi bîr xist ku bi hezaran kesî îtiraz li rapora ÇED'ê kiribû û got: "Lê dîsa jî rapora ÇED'ê qebûl kirin. Piştî rapor hat qebûlkirin gelek sazî û dezgeh vê carê doz li rapora ÇED'ê vekirin. Ev doz hê jî didomin. Piştî doz hat vekirin guherandina hawirdorê hat kirin. Ji bo vê jî doz hat vekirin. Em ê li gor rewşa vê şewbê plansazî û bernemayên xwe çêbikin û bidomînin."    ‘LEKEYEKE REŞ'    Her wiha Yikici, destnîşan kir ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk û Baroya Stenbolê jî li dijî rapora ÇED'ê du doz vekirine, lê belê dozên wan bi hinceta "ehleiyata vekirina dozê tuneye" hatin redkirin. Yikici, anî ziman ku TTB rasterast bi tenduristiya gel re eleqedar dibe, lê belê rabûne bi vê hincetê doza ku TTB'ê vekiriye red kirine. Yikici ji bo vê yekê got, wekî "lekeyeke reş" di dîrokê de cihê xwe girtiye.    Yikici, herî dawî destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî vê perojeyê xuyangtir bikin bi her awayî tev digerin.