Bajar di hedefa projeyên ‘dîn û har’ de ne 2017-09-29 09:08:47 ÎZMÎR – Berdevkê Meclîsa Ekolojî û Jiyanê yê HDK’ê Erol Akça, diyar kir ku bi texrîbatên ekolojik tê xwestin ku bajarên Egeyê veguherînin Stenbolê. Akça got ku bajar di hedefa projeyên “dîn û har” de ne.  Yek ji herêma ku herî zêde xwezaya wê tê texrîbkirin û hema bêje her roj projeyên enerjiyê lê tên sepandin jî Ege ye. Berdevkê Meclîsa Ekolojî û Jiyanê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Akça, polîtîkayên rantê yên li herêmê tên sepandin nirxand. Akça, dest nîşan kir ku bi taybetî jî bi projeyên di bin Sanratlên Enerjiya Bayê (RES), Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) û Santralên Enerjiya Hîdroelektrîkê (HES) eraziyên daristanî û çandiniyê tên tunekirin.    Akça, da zanîn ku di çarçoveya polîtîkayên enerjiyê de li Aydinê cihên cihnişînê jî di nav de ji sedî 70’yê bajêr wek qada JES’î hatiye diyarkirin û her wiha Mûgla û Îzmîr jî wek herêmên RES’ê hatine hilbijartin. Akça, diyar kir ku li Îzmîrê Karabûrûn, Çeşme, Kemalpaşa û Foça bi panelên RES’ê hatine dorpêçkirin û wiha domand: “Niha kêm zêde li Çeşmeyê 280’ê trîbunên RES’ê hatine danîn. Ev der wek qada turîzmê ya Tirkiyeyê tê zanîn, lê belê bi RES’ên li Çeşmeyê cihên din ên turîstîk jî tên texrîbkirin. Qadên jiyanê, qadên jiyanê yên heywanan tên texrîbkirin.”    ‘LI KARABÛRÛNÊ TENÊ QADEKE JIYANÊ YA JI SEDÎ 16’AN MAYE’    Akça, anî ziman ku dema RES dakevin biniya 200 metreyî, dibin sedema nexweşînan û wiha got: “Di tibê de ‘sendroma trîbuna bayê’ heye û ev yek li Çeşmeyê bi awayekî zêde tê dîtin. Dema li Çeşmeyê trîbunên bayî hatine çê kirin qadên jiyanê yên ku diviya hay ji wan hebûnan, hezar û 400 metre îhlal kirine. Niha li Çeşmeyê RES daketina heta 200 metreyî.” Akça, dest nîşan kir ku li Egeyê eraziyên daristan û çandiniyî yên berdar kêm bûne û li Karabûrûnê tenê qadeke jiyanê ya ji sedî 16’an maye. Akça, anî ziman ku bi taybetî her roj projeyên RES’an berbelav dibin û di vê çarçoveyê de li Bergamayê fabrîkayeke trîbunên RES’an hatiye avakirin.    ‘BI BEDKARIYÎ TÊ DOMANDIN’    Akça, balê kişand ser raporên Nirxandina Kartêkirinê ya Hawirdorê (ÇED) ku ji aliyê walîtiyan ve tên dayîn. Akça got ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) projeyên ku berê bi raporên ÇED’ê hatibûn betalkirin niha tên sepandin. Akça, got ku sepandinên OHAL’ê li gel temamiya civakê di texrîbatên ekolojîk de jî bi bedkarî tên domandin.    ‘LI DIJÎ PROJEYAN TÊKOŞÎNA HEVPAR’    Akça, dest nîşan kir ku hikûmeta heyî riyeke stratejîk ku dixwaze Îzmîrê bike Stenbolê dişopîne. Akça, diyar kir ku hikûmet bi projeyên xwe yên ku wek “projeya dîn û har” bi nav dike bajarên Egeyê hedef nîşan dide. Akça, dest nîşan kir ku ji projeyên “dîn û har” a herî girîng Projeya Derbasbûnê ya Îzmîrê ye û ev proje bi her awayî ji zanistîtiyê dûr e.    Akça, diyar kir ku bajarên Egeyê jî ji aliyê derdorên sermayedar ku Stenbolê talan kirine tê talankirin. Akça got ku ew ê li dijî hemû projeyan têkoşîna hevpar zexim bikin.