Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin' 2020-04-23 09:01:06   DERSIM - Yek ji birêvebirên kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê Denîz Bîlgîn, xwest kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê û got: "Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e."    Ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê ku nêzî 15 sal in heye, hema bêje gundê Milliyê veguherandiye erdeke bejî. Her wiha ji ber ku gora Helbestvan Silo Qiz û Mezela Dewrêş û ziyareta Vile Jêlê jî li vê deverê ye, zêdetir bertekên li dijî wê zêdetir bûne.    Berê jî li dijî vê ocaxa keviran a Erdal Guntaş di gelek platforman de têkoşîn çêbûn, lê belê ne şaredarî ne parlementerên bajêr û ne jî saziyên li bajêr pir guh nedan vê yekê û piştgirî nedan. Her wiha muteahîd Guntaş di Kanûna 2015'an de daxuyanî dabû ku ew ê ocaxa keviran bigire, lê belê 5 sal derbas bûne hê jî nehatiye girtin.    Şêniyên gundê Miliyê ji bo ocax bê girtin careke din ketin nav hewldanan û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.    BI PEREYAN HER KESÎ TEPISANDIYE   Yek ji birêvebirên kampanyayê Denîz Bîlgîn, anî ziman ku saziyên dewletê destûr dane ku ocaxa keviran bê vekirin û paşê jî şaredariyê ji bo çêkirina betonê destûr daye. Bîlgîn, destnîşan kir ku ji ber têkiliya xwediyê ocaxê ya bi hunermedn, saziyên dewletê û nûnerên partiyên siyasî re xebitandina ocaxê didomîne. Bîlgîn, bilêv kir ku xwediyê ocaxê Erdal Guntaş 5 sal berê gotibû wê ocaxê bigire û got: "Lê niha ji bo ocaxa keviran negire hewl dide kampanyaya me pûç bike. Heger mirovê vê axê be, heger bi qasî serê derziyê jî bawerî û çanda vê axê pê re hebe, wê bi vî awayî vê axê xera neke. Ji ber ku em dixwazin gundê xwe, axa xwe biparêzin heqaret li me tên kirin. Guntaş, li ser medyaya civakî xwe digihîne mirovan û ji wan re dibêje bila peyamên me parve nekin. Ji wan re dibêje hûn mirovekî hedef nîşan didin. Xwediyê ocaxa keviran diyar e, ma em ji dewletê bixwazin bila wê bigire? Heya niha me çi gotibe, derî rêzgirê me tiştek negotiye. Lê tehamulkirin jî heya cihekî ye."    Bîlgîn, anî ziman ku hesasiyeta li dijî xirabkirina xwezayê kêm e û got: "Halbûkî ji têkoşîneke ji bo parastina xwezaya xwe, gundê xwe, mal, av û darên xwe mafdar tu têkoşîn tuneye. Ew tunebin wê mirov çi bin! Aha vîrûsa coronayê jî nîşan da heger em û xwezayê biahengî tev ngerin, heger em heywanên wê bikujin, wê xirab bikin wê felaketên ji vê xirabtir bên serê me. Di bîr û baweriya Qizilbaşiyê, elewîtiyê de rêza ji bo xwezayê heye. Çimkî wekî canekî nêzî wê dibe. Nîmetên wê pîroz in. Keviran, daran maç dikin. Di wî kevirî de, di wê darê de, di wî çiyayî de tiştên ji pereyan biqîmetir, çanda me, baweriya me heye. Dê û bavê me ji me re nabêjin, 'keça min, kurê min tu elewî yî.' Em bawerî, çand, jiyanê ji çiyê, ji kevir û daran hînd ibin. Loma ji bo bîr, bawerî, çanda xwe divê em xwezayê biparêzin. Windakirina xwezayê, windakirina gelek tişta ye."    Bîlgîn, ji bo kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran dane destpêkirin jî got, heya niha zêdetirî 100 îmze berhev kirine. Bîlgîn, destnîşan kir ku lê ji ber ku ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin mijarê li ser medyaya civakiyî parve dikin û got, kampanyayê li ser malbpera change.org jî dane destpêkirin.    Bîlgîn, got: "Helbet mesele tenê ne meseleya îmzeyan e. Li wir gelek ziyaret û tirbên ewliyayan hene. Li gor baweriya me li cihên pîroz ne dar tên şikandin ne jî kevir. Ev ocaxa keviran li cem mekanê Dewrêşê Milîzî ye ku ew û Xizir destbirakên hev in. Ev ziyaret goristana gundê me ye, gora Silo Qiz jî li wir e. Berê kevirên ocaxê gindîrîn hatin kevirên gorên me şikandin. Êdî dar fêkiyan nagirin, li bîstanan tiştek şîn nayê. Li wir ziyareta Siltan Paysa, Kûres, Dewrêşê Dawid, Qelendera Bava hene. Ziyareta Qere Heyder û Duzgun Baba bira ne."    ‘ŞERM E, GUNE YE, ZILM E'    Bîlgîn, bang li sazî û dezgehên elewiyan, mirovên bawermend kirin û got: "Em bang li xwezaparêzan, bang li kesên ehlê heqîqetê û partiyên siyasî dikin. Bila pêşî li ber rûxandina li vî gundî bigirin. Ev mesele tenê ne meseleya vî gundî ye. Ev pirsgirêk pirsgirêka hemû kesên li wir in. Divê kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê. Wekî seyîdê me Seyîd Riza gotî, 'Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e.' Divê em xwezaya xwe, axa xwe nekin qurbana pereyan. Ên ehlê heqîqetê wê ne li cem sermayeyê, li cem xwezayê û xizanan bin. An jê wê nifşên wî em nalet bikin."    MA / Ayşe Surme