Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend 2020-05-03 12:10:34   ÎZMÎR - Yekitiya Ekolojî, têkildarî rewşa vîrûsa corona raporek parve kir û diyar kir ku di vê pêvajoya ku mirov ji ber şewbê nikarin ji malên xwe derkevin îqtîdarê vîrûs ji bo xwe kiriye firsend.    Yekîtiya Ekolojiyê li ser rewşa vîrûsê û polîtîkayên hikumetê yên li diji civakê raporek amade kir. Yekîtiye anî ziman ku sermaye û îqtîdar bang li gel dike û dibêjin “Li malê bimîne" di vê pêvajoyê de projeyên talankirina ekolojiyê berdewam dikin. Yekîtiyê têkildarî talankirin û wêrankirina ekolojiyê ya di vê pêvajoyê de raporek parve kir. Yekîtiyê di raporê de xwest demek berî demekê talankirin û wêrankirina ekolojiyê bê rawestandin û wiha cih da raporê. "Qadên ekolojîk ji ber talankirin û wêrankirina pergala kapitalist di  bin gefên mezin de ye. Li tirkiyeyê sermaye û îqtîdar pêvajoya (Covid-19) ji bo xwe dike firsend.    Di vê pêvaoya  vîrûsê de talankirina qadên ekolojîk wiha ne:    “* Li Gundê Kumarlar ê Çanakkale Şîrketa Madenvaniye ya Doğu Biga ji bo dest bi xebatan bike zorê li gund dike ku gund vala bikin.    * Li Gundê Gurgen ê Navçeya Guneysu ya Rîzeyê ligel berteken gel şîrket projeya HES'ê berdewam dike. Vîrûs ji bo xwe fikirin firsend û lez dan xebatên xwe.    * Li Artvinê xebatên kanan û HES'ê berdewam dike. Xebatên şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengiz Holdîngê li qadên madenê yên Cerattepe û Murgul ên Artivênê berdewam dikin.    * Li navçeya Yusufelîya Artvînê tevî îtîrazên gel xebatên HES'ê dest pê kirin.   * Gola Salda li gel di statuya qadaparastinê de ye, bi maşîneyen kar ketin nav. Ji bo Baxçeyê Millet rê u park ava kirin.    * Baxçeyên Hevselê ku ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin dixwazin bikin Baxçeyê millet.    * Bi biryarnameya serokomariyê li Edene, 9, li Artvinê 1, li Bolu 3, li Erziromê 7 bi giştî 14 hezar dolim zevî ji qada zozanan derxistin û ji îmarê re vekirin    * Ji ber Bendava Ilısu li Heskifê nêzî 40  gund di bin avê de man. Li 60 gundan jî zeviyên çandiniyê zerarek mezin ditin.    * Li Karaduvar a Mêrsînê ku Fabrîqeya Polipropilenê lê heye, ji bo tesîsa polipropilenê wekî herêma  taybet a Endüstrî îlan kirin.    * Li Eskişehirê ji bo qadê li 9 Jeotermalan vesin ruhsat hat dayîn.    * Beriya projeya Kanal İstanbul du îhale hatin amadekirin.    * Ji bo santralatermîkê ya li Afşinê ÇED'ê rapora erênî da.    * Li Gundê Kirazlıyayla yê Bûrsayê, Şîrketa Yeyra ya Madnê ya Lubnanê ji bo tesîsa lêgerîna çingo û sifir ava bikin dest bi birîna daran kirin.    * Li navçeya Nilufer  a Bûrsayê, dest bi xebatên projeyên HES'ê kirin.    * Çemê Bartinê li gel Qada Hesas ku diviya bû teqez bê parastin statuya wê guhertin û rê li mudaxaleyê vekirin.    * Li Fatsa ya Orduyê ji bo kana zêr xebatên lêgerînê dîsa dest pê kir.    * Li Navçeya Mîlasêya Muglayê ji bo santrala termikê gundê Îkizkoyê bê av hiştin.    * Li Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efeler a Aydinê ji bo santrala enerjiya jeotermal ÇED'e rapora erênî da.    * Li navçeyên Perşembe-Gürgentepe-Fatsa yên Ordu qada 1.967.61 hektar jibo lêgerîna maden ji îhaleyê re vekirin.    * Midûriyeta daristanê ya Çanakkale jibo çalakgerên li Çiyê Kazê 270 rojin nobete digirin vala bikin ferman da.    * Li Çiyayê Kavak Şahin ê Samsûnê madenvaniya TUPRAG'ê li qada 12 hezar hektarî ji bo 6 qadan ruhsata lêgerîna madene dan.    * Kargeriyên Zêr ku berê TMSF’ê dest danîbû ser wan, Li Sivrihisar a Eskîşehirê ji bo tesîsên depoya siyanur bê avakirin dest bi xebatê kirin.    * Li Kendava Navneteweyî ya Ceyport Tekirdagê ji bo maddeyên kîmyewi depo bike dest bi înşaate kirin.    * Li Dersimê her roj kanên kevir û xîzê tên vekirin. kanên ku her roj tên vekirin zerarê didin zevî bax û bostanên welatiyan.    * li Gundê Balya Orhanlare lêgerîna şîrketa Bahar Madencilik A.Ş. a zêr didome.