Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan 2020-05-12 11:29:25 AYDIN – AYÇEP bertek nîşanî erêkirina JES’ê ya tê xwetin li navçeya Încîrlîova were çêkirin da û li dijî JES’ê banga têkoşîna hevpar li her kesî kir. Platforma Hawirdorê ya Aydinê (AYÇEP), erêkirina Santrala Ceryanê ya Jeotermal (JES) a kut ê xwestin li navçeya Încîrlîova ya Aydinê ji aliyê Şîrketa Gurmat ve were çêkirin şermezar kir. Daxuyanî li gundê Kizalcakoyê pêk hat û xelkê herêmê û xwezaparêz beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Komeleya Hawîrdorê û Piştevaniyê Kizilcakoyê Gulten Şîmşek daxuyanî da û got wan li dijî çêkirina JES’ê doz vekiriye 3u heta biryara dadgehê eşkere bibe dê destûra tu xebata çêkirina JES’ê nedin. Şîmşek da zanîn ku bi vê JES’ê ax, hewa, av, nefes, hêjîr, zeytûn û zar û zêçên wan dixe talûkeyê û ew dixwazin li ser axa xwe hilberîna xwe bikin û bi awayek tendurist bijîn. Şîmşek diyar kir ku çêkirina JES’ê li dijî qanûnan e û xwest şaredariya Aydin, Încîrlîova û Efeler jî li dijî vê projeyê dozan vekin. Şîmşek banga têkoşîna li dijî çêkirina JES’an kir.