Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye 2020-05-13 09:14:12 AYDIN - Li Kizilcakoy a Aydinê careke din çêkirina JES'ê ketiye rojevê. Parêzer Akin Yakan, anî ziman ku di vê pêvajoyê de rapora ÇED'ê hatiye qebûlkirin û got, lê belê biryara hatiye girtin bi her awayî dijî hiqûqê ye.  Li Kizilcakoy a Aydinê, şêniyên herêmê li dijî çêkirina Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) têkoşiya bûn û bi ser ketibûn. Lê belê niha cardin çêkirina JES'ê ketiye rojevê. Di vê pêvajoyê de mirov ji bo bi şewba vîrûsa coronayê nekevin xwe diparêzin, lê belê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di 10'ê Nîsanê de rapora ÇED'ê ya ji bo çêkirina JES'a li Aydinê qebûl kiriye.    Parêzer Aydin Akin, diyar kir ku erdê ku tê xwestin JES lê bê çêkirin di nav qadên avî de cih digire û li vê qadê çêkirina santralekê bi her awayî dijî qanûnan û peymanên navneteweyî ye.    PIR TALÛKE YE    Yakan, destnîşan kir ku pesendkirina projeya JES'ê ya tê xwestin li Kizilcakoyê bê çêkirin, ji bo Aydinê pir talûke ye û got, ev proje Kizilcakoy, Balikkoy, Dereagzi û Kardeşkoyê jî dihewîne. Taxa Gerenkova 850 metre dûrî vê qadê ye, Taxa Dereagziyê 900 metrî dûr e û Taxa Kizilcakoyê jî 700 metre dûr e. Yakan, got: "Çemê Îkîzdereyê ku bi qasî 30 dever ava vexwarinê jê peyda dikin 550 metre dûrî cihê ku tê xwestin JES lê bê çêkirin. Gava JES bermayiyên xwe ber bi hewayê ve berde, wê ew metalên wekî gazan û giran bi baranê re heya 20-30 kîlomtereyî jî berbelav bibin. Loma çêkirina vê santralê pir talûke ye."    Yakan, bal kişand ser têkoşîna gelê Kizilcakoyê ku di sala 2018'an de dest pê kiribûn û got, ligel vê pêvajoya hiqûqî jî didome. Yakan, diyar kir ku divê têkoşîna Kizilcakoyê ji hêla civaknasiyê ve jî bê nirxandin û got, mirovên li Kizilcakoyê xwedî li hewa, ax û ava xwe xwedî derketine. Yakan, diyar kir ku piştî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê biryara xwe ya de rbarê arpora ÇED'ê de aşkere kiriye, wan jî li di 6'ê Gulanê de serî li Dadgeha Îdareyê ya Aydinê daye û îtiraz kirine.    Yakan, destnîşan kir ku çêkirina JES'ê bi her awayê xwe li dijî hiqûqê ye û got, wê di vî warî de têkoşîna wan a hiqûqê berdewam bike.    MA / Esra Solîn Dal