TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese 2020-06-14 13:42:26   AMED - TJA'yê derbarê êrîşa zayendî ya li ser medya civakî ku li dijî Bşak Demîrtaş hat kirin daxuyanî da û got: "Em bang li îqtîdarê dikin ku li dijî tundiya li hemberî Başakê berpirsiyariya xwe bi cih bîne."   Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê êrîşa li ser medya civakî ku li Başka Demîrtaş hat kirin de daxuyanî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku polîtîkayên dijmanane yên li dijî jinê yên AKP-MHP'ê li her derê belav bûne û wiha got: "Îqtîdara faşît ku hiqûqê nas nake vê jahra serdestiya mêr xwedî dike. Em tundiya li dijî Başakê şermezar dikin û ji îqtîdarê re dibêjin êdî nebe çavkaniya zimanê nefertê. Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese."