Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin 2020-06-14 14:42:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Xaneqînê êrişî gundekî Kurdên Kakeyî kirin. Di êrişê de 7 welatî hatin kuştin. 2 jê leşker 5 kes jî birîndar bûn.   Şevê din hejmarek kesên çekdar êrişî gundê Dara yê navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyale kirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku ji Nexweşxaneya Lezgîn a Xaneqînê girtin, di êrişê de 7 kes hatine kuştin. Ji kesên hatin kuştin 2 jê esker in. Di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûne. 4 birîndar rakirina nexweşxaneyên Diyale. Birîndarek li nexweşxaneya Xaneqînê tê dermankirin. Heta niha li herêmê ev çend car in li dijî gundên Kurdên Kakeyî êriş pêk tên. Di encama êrişan de welatiyên sivîl dibin qurbanî.