Bertek nîşanî şaredariyê dan û xwestin xwe bişewitînin 2020-06-14 21:46:12   AMED - Sê çar kesan ji ber pirsgirêkên aborî ku tê gotin şaredariyê ceza li wan biriye xwestin xwe li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bişewitînin.    Li Amedê sê çar kesên ku tê gotin şaredariyê ceza li wan biriye û pirsgirêkên wan aborî hene hatin ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û xwestin benzînê bi xwe de bikin û xwe bişewitînin. Van kesan ewilî benzînê rijandin erdê û agir pêxistin. Pişt re demek sekinînin û bertek nîşanî şaredariyê dan. Piştî demekê polîs, ekîbên tenduristiyê û agirkurjiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan ew kes sekinandin ku xwe neşewitînin û piştî ew qanih kirin li gel xwe birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.