Di lêpirsîna parvekirina zayendperest de kesek din jî hat binçavkirin 2020-06-15 08:42:58 NAVENDA NÛÇEYAN – Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê ragihand ku têkildarî parvekirina zayendperest a li dijî Başak Demîrteş kesek din jî hatiye binçavkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê têkildarî parvekirina zayendperest a li dijî Başak Demîrtaş ragihandibû ku wan duh bersûcê bi navê M.V. binçav kiriye. Di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de kesek din jî hat binçavkirin. Serdozgeriyê got lêpirsîn bi hesasiyet tê şopandin.    Hat zanîn ku kesê din ku hatiye binçavkirin V.Y. ye û karûbarê bersûcan li emniyetê didome.