Ji bo Bradostê amadekariya operasyonê tê kirin 2020-06-15 10:38:45 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat zanîn ku piştî bomeberana li Mexmûr, Şengal û Qendîlê sevqiyata leşkerî ji bo Herêma Bradostê ya Herêma Federe ya Kurdîstanê hat kirin.    Duh bi şev gelek balafirên şer ji Balafirgeha Amedê rabûbûn û Kampa Mexmûrê, warê êzidiyan Şengal û herêma Qendîlê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin. Ajansên herêmê diyar kirin ku bombebaran 40 deqîqe dewam kiriye. Hat zanîn ku li Mexmûrê cihê sivîlan hatiye bombebarankirin. Hat zanîn ku di bombebaran li herêma Qereçoxê û Miştenûrê de kes canê xwe ji dest nedaye û tê payîn di saetên pêşiya me de daxuyanî were dayîn.    Li Şengalê jî herêmên wek Çilê Mêra, Serdeşt, Geliyê Şilo û Koma Simoqya hat bombebarankirin û tê gotin birîndar hene.    Li herêma Qendîlê jî deverên Çiyayê Direbî, Kozîn, Balayan û Çiyayê Nasir hemwext hatin bombebarankirin.    81 DEVER HATINE BOMBEBARANKIRIN    Wezareta Parastinê ya Tirkiyê têkildarî mijarê daxûyanî da û got li 81 deveran di bin navê “Operasyona Pençe-Kartal” bombebarankirin pêk hatiye.    JI MEXMÛRÊ DAXUYANÎ   Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan derbarê êrişan de li Mexmûrê daxuyaniyek da û wiha got: “Gelê Mexmûrê ji êrîşên dewleta Tirk ne biyanî ne. Di jiyana xwe ya penaberiyê de gelek bedel dane. Heta niha li hemberî hemû êrîşan li berxwedaye û wan êrîşan gav li me paş nedaye avêtin. Ti carî nikarin îradaya me teslîm bigirin. Em li vir bang li hemû gelê Kurd û dostan dikin bi piştgiriya wan em ê berxwe bidin û em teslîm nabin.  Dijmin çiqasî bi rêbazek bê exlaqane êrişî gel bike jî, wê ti carî gelê me gav paş de na avêje.”    Kaçan di dawiya axaftina xwe de got  ew ti caran nahêlin dorpêç, êrîş û ambargo gav li wan paşve  bide avêtin û wê berxwedana Mexmûrê serbikeve.   HÊZA ESKERÎ JI BO BRADOSTÊ TÊ KIRIN    RojNews a li herêmê weşanê dike ragihand ku piştî bombebaranê sewqiyata leşkerî ji bo Herêma Bradostê ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê tê kirin. Li gorî nûçeyê tê gotin gelek cebilxaneya giran û maşîneyên eskerî sewqî heremê tên kirin. Van makîneyên kar ên ji bo herêmê tên şandin ji aliyê ajansa RojNewsê ve wêneyan wan hatin kişantin. Her wiha hat zanîn ku cihê sewqiyat tê kirin nêzî cihê pêşmergeyên girêdayî PDK’ê ne.