Erdhejê bandorek neyînî li ser gundên Kanîreş û Çêrme kir 2020-06-15 12:01:40 ÇEWLIG – Piştî herdheja bi pileya 5.8 duh li navçeyên Kanîreş û Çêrme pêk hatin dû re 150 erdhejên peyhatî rû dan. Xelk ji ber metirsiya erdhejê nakevin malên xwe û ji ber rê xera bûne çûnehata gundan zehmet bûye.  Li navçeya Kanîreş û Çermê yên Çewligê duh erdheja bi pileya 5.8 pêk hat. Li gundên van navçeyan gelek xanî hilweşiyan. Cerdevanek di bin kavilê qûleya qereqolê de mir. 18 welatî birîndar bûn. Ji duh ve heta niha ji 150 zêdetir erdhejên peyhatî rû dan. Di erdhejan de windahiya can û malê xelkê nebû. Ji navendên navçeya bêtir zirar lig undan heye. Gelek sewalên welatiyan jî di bin kavilan de man û mirin.    LI GUNDAN XESAR ZÊDE YE   Gundê Elmali û Dînarbey yên Çêrme zirarek zêde dîtine û xanî û axûr hilweşiyane. Gundê Lîçikê yê girêdayî navçeya Kanîreşê ku wek navenda cihê erdhejê ye jî xiserek mezin dît. Li mezraya Horhorê welatî birîndar bûn û sewal di bin kavilan de man. Rêyên gundan jî ji erdhejê zirar dîtin, derz li rêyan ketine û çûnehata gundan zehmet bûye.    WEZÎR ÇÛN CIHÊ ERDHEJÊ    Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm diyar kir ku wan li navçeyên Çewligê dest bi xebatên tespîta xesaran kiriye.    Gelek wezîr û rayedarên AKP’ê û saziyên dewletê li nexweşxaneyê serdana birîndaran kirin û pişt re jî çûn serdana Gundê Lîçikê ku herî zirar dîtiye. Ev şande pişt re jî çûn serdana gundên Elmali û Dînarbeyê.    Ji ber metirsiyên erdhejên peyhatî tên xelk li derve dimînin û naçin malên xwe.