Polîsan li Edîrneyê mudaxileyî ‘Meşa demokrasiyê’ kir 2020-06-15 12:15:02 STENBOL – Polîsan li Edîrneyê mudaxileyî “Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê kirin û gelek kesan binçav kirin.  Rêveber û parlamenterên HDP’ê ji bo li Edîrneyê “Meşa Demokrasiyê” ya milê rojavayê Tirkiyê bidin destpêkirin li ber Navenda Danûstendinê ya Sîlîvrî kom bûn. Polîsan mudaxileyî HDP’iyan kom bûbûn kir. Polîsan bi tund mudaxile kir û gelek kesa hatin binçavkirin.