HDP’ê li Colemêrgê start da: Em ê ji bo çareserî û edaletê bimeşin 2020-06-15 12:42:57 COLEMÊRG - HDP’ê “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya li Colemêrgê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku meşa wan ji bo edalet û çareserkirina pirsgirêka kurde.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), meşa bi dirûşmeya “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” ya ber bi Enqerê ya li Colemêrgê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, parlamenter û partiyî ji bo dayîna starta meşê di saetên serê sibê de li ber avahiya partiyê kom bûn.   Parlamenter û endamên partiyê li ber avahiya HDP’ê pêşmalkên “Em hemû bi hev re” li xwe kirin û bi dawîzên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û bi berzakirina dirûşmeya “AKP’ya darbekar” Hevserokê Giştî Sancar û kesên bi wî re pêşwazî kirin   DÎMEHÊN OHALÊ   Polîsan di saetên serê sibê de avahiya partiyê dorpêç kirin, li hemû kolanan barîkat danîn û li gelek deverên navenda bajêr jî maşiyên zirxî bi cih kirin. Dîsa sekvan li avahiyên bilind hatin bi cihkirin.    Li gel van hemûyan jî HDP’ê starta meşê da û daxuyanî da çepemeniyê.   KARÊ DEST PÊ KÊ YÊ DARBEKAR…   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar berî meşê li ber avahiya partiyê daxuyanî da û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Nahêlin ku em li hev jî kom bibin. Lê belê em ji dil bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare yekîtiya me têk bibe. Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin."   Sancar, destnîşan kir ku dilên wan yek e, kes nikare bikeve navbera wan û gel û got, "Meşa me meşa demokrasiyê ye li dijî darbeyê. Darbekarî desteserkirina îradeya gel e. Zilm û zordariya li gel e. Darbe tenê bi tank û topan nabe. Darbe bi destê dadgeriyê jî bi bikaranîna derfetên desthilatdariyê jî tê kirin. Karê destpêkê yê her darbekarî desteserkirina îradeya gel e."   Sancar darbeyên 12'ê Îlonê û 27'ê Gulanê bi bîr xist û got, "Ev desthilatdarî heman rêbazan bi kar tîne. Dadgeriyê bi kar tîne, derfetên desthilatariyê bi kar tîne. Navê vê jî darbeya siyasî ye. Ya ku darbekar herî zêde jê ditirse azadî ye. Destpêkê îradeya gel desteser dikin, piştre jî azadiyan ji holê radikin. Mafê me yê meşê di Destûra Bingehîn de heye. Tenduristiya gelê me ji bo me gelekî hêja ye. Em ji desthilatdariyê bêhtir li tenduristiyê difikirin. Eger bi rastî jî pirsgirêka pandemiyê ya desthilatdariyê hebûya, beriya her tiştî wê li guhertin û sererastkirina ji bo parastina tenduristiya gel bifikiriya. Niha dema ku em dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin pandemiyê dikin bahane."   'JI BO AZADIYA WELÊT EM LI VIR IN'   Di dewama axaftina xwe de Sancar got, "Eger destûr nayê dayin ku mafê Destûra Bingehînî bê bicihanîn, hingî ev darbekarî ye. Nenaskirina hiqûqê ye, nenaskirina Destûra Bingehîn darbekarî ye. HDP'ê di her şert û mercî de berê xwe da siyaseta demokratîk. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi azadî û demokrasiyê, ji bo azadiya welêt em li vir in. Ji bo vê em siyasetê dikin, lê belê desthilatdarî dixwaze vê siyasetê bifetisîne. Her feraseta ku dixwaze siyasetê bifetisîne darbekar e."   Sancar destnîşan kir ku ev meşa wan meşa demokrasiyê ye û got, "Şertê jêneveger ê demokrasiyê jî xwedîderketina li îradeya gel e. Polîtîkaya qeyûm darbeya herî mezin e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya 65 ji sedî şaredarên xwe hilbijart. Desteserkirina şaredariyê, bicihkirina karmendê xwe, tunehesibandina îradeya gel e. Em ji bo vê îradeyê biparêzin li vir in."   Sancar û şandeya pêre piştî axaftinê, ji bo ku dest bi meşê bikin ber bi wesayîtê xwe ve çûn. Lê polîsên ku barîkan danîn destûr nadin partiyî biçin li wesayîtên xwe siwar bibin û ber bi Wanê ve bikevin rê. Rawestandina endamên partiyê dewam dike.