Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye 2020-06-15 14:28:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên civakî yên sivîl li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgirî dan parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne û gotin mafê darizandina adilane mafê sereke ye.    Endamên Komeleya Hiqûqzanên Hemdem parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo bi awayek adilane werin darizandin 160 roj in li girtîgehê di rojiya mirinê de ne. Bi armanca piştgiriya ji bo Tîmtîk û Unsal li gelek bajaran baro, rêxistinên pîşeyî û maf daxuyanî dan. Li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan û nûnerên partiyên siyasî jî destek dan daxuyaniyê. Li Êlihê jî parêzerên Baroya Êlihê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştgiriya Tîmtîk û Unsal kirin.    Li Rihayê jî endam û rêveberên Baroyê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Li Wanê jî endam û rêveberên baroyê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştevaniya parêzeran kirin.   Baroya Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya Tîmtîk û Unsal kirin.    Li Enqereyê jî Kordînasyona Ji Parastinê Re Azadî daxuyanî dan û piştgiriya her du parêzeran kirin.    Her wiha Baroya Îzmîrê jî li ber Dadgeha Îzmîrê daxuyanî da û piştgiriya parêzeran kir.    Di daxuyaniyan de hat gotin pêwîste daxwaza Tîmtîk û Unsal demildest were qebûlkirin û ew jiyanê diparêzin û mafê darizandina adilane mafê sereke ye.