Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan 2020-06-15 15:23:15   SAKARYA – Kesê bi navê Vedat Yazici ku li dijî Başak Demîrtaş gotinên zayendperest parve kiribû hat berdan.    Kesê bi navê Vedat Yazici û Vedat Mutî di Twîtterê de li dijî hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş gotinên zayendperest parve kiribûn. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn dabû destpêkirin û her du bersûc jî hatibûn binçavkirin. Vedat Yazici piştî îfadeyên wî hatin girtin hat berdan.    Mamê Vedat Yazici, Vedat Mûtî li emniyetê hêj tê ragirtin.