Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir 2020-06-15 16:46:56 EDÎRNE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi peyamên ku nêzî Girtîgeha Edîrneyê ya Selahattîn Demîrtaş lê girtî ye da starta meşa Enqereyê da.  Li gel astengî û êrîşên polisan jî heyeta HDP'ê ku ji bo "Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê" ji Silîvriyê derket rê gihîşt Edîrneyê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên HDP'ê, Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, berdilkên li ser wan "Em bi hev re" nivîsandibû lê xwe kirin.    TENÊ ÇÛN NÊZÎ GIRTÎGEHÊ   Heyeta HDP'ê piştî ku gihîşt bajar xwest biçe ber derê Girtîgeha Edîrneyê. Lê polisan heyeta HDP'ê asteng kir û destûr neda ku biçe ber derê girtîgehê. Tenê destûr hat dayîn ku biçin cihekî nêzî girtîgehê. Heyetê, li vir dovîzên li ser wan "Tev bi hev re azadî, edalet, kar, nan" nivîsandibûn hilgirtin.    'DIXWAZIN TOL BIGIRIN'   Pervîn Bûldan, li vir axaftinek kir û strarta meşê da. Bûldan, diyar kir ku xwestine li ber derê Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî bidin û şerma heyî nîşan bidin lê weke Amed, Colemêrg û Wanê îro li Edîrneyê jî hatine astengkirin û wiha got: "Kesên ku îro welat bi rê ve dibin gorên kurdan xera dikin û tolê ji gelê kurd digirin. Kesên ku îro welat bi rê ve dibin êrîşên malên ceman dikin û neheqiyê li elewiyan dikin. Kesên ku îro welat bi rê ve dibin êrîşî dêran dikin û hewl didin tol ji gelê ermen bigirin."