Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye 2020-06-15 17:03:49   ÎZMÎR - Danişîna doza sazumankara EGE TUHAYDER'ê Selma Altan (71) dê sibê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin.    Danişîna doza Sazumankara EGE TUHAYDER'ê Selam Altan, dê sibê li Stenbolê bê dîtin. Altan, ku di 16'ê Mijdara 2019'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, dê sibê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. Altan dê ji Girtîgeha Şakranê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bibe.