Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin 2020-06-16 09:01:21 ŞIRNEX - Piştî 30 salan li Komtik û Çiyayê Katoyê cardin çandinî dest pê kir. Cahît Ozkan, ji bo çandinî û karekî palûteyî bang li welatiyan kir.  Li Bêşebaba Şirnexê piştî 30 salan cardin li Komtik û Çiyayê Katoyê çandinî dest pê kir. Ê pêşengiya vê yekê kir jî Cahît Ozkan e. Ozkan ku par namzetê HDP'ê yê Şaredariya Bêşebabê bû, beriya hilbijartinê soz dabû welatiyan ku wê piştgiriya çandiniyê bike. Ozkan, li 10 donim erdê xwe yê li Çiyayê Komtikê dest bi çandiniyê kir û ji bo vê jî tevî zarokên xwe cihoka avê ya li herêma Çiyayê Katoyê ye û 12 kîlometre ye paqij kiriye û av aniye ser erdê xwe.    Ozkan, li nav erdê xwe firingî, îsot û genim daniye.    HIKÛMETÊ QEDEXE KIRIBÛ    Ahmet Ataman a 94 salî ku piştî 30 salan hat çandiniya hatiye kirin bi çavê xwe dît, pir kêfxweş bû. Ataman, anî ziman ku ji bo çandiniyê û erdan bibîne her roj diçe nav erdan û got: "Livira petêx, firingî, xiyar, genim her tişt dihat danîn. Berê me datanî. Lê hikûmetê qedexe kir û dû re kesî hew danî. Bi salan e serbest e, lê kes nayê danayne."    Ataman got: "Ji ber qereqolan kesî danetanî. Lê par Cahît (Ozkan) danî. Bi saya wî mirovên me li Çiyayê Katoyê çandiniyê dikin. Bila her kes bê çandiniyê bike, muhtacî kesî nebe. Par kesek bû. Îsal bû çend kes. Îneşele wê sala bê her kes bike."    ZÊDETIRÎ 100 MALBAT   Cahît Ozkan ku welatiyan teşwîqî çandiniyê dike, anî ziman ku berên ku çandiniyê biber in. Ozkan, diyar kir ku zêdeyî 100 malbat daxilî nav hilberînê bûne û got: "Mirov dest bi çandina genim, firingî, pîvaz, bacanên reş, petêx, genim û şebeşan kirin. Qezenc jî dikin. Me awayê çandiniya palûteyî hînî mirovan kir. Tam 30 sal in kesî li vira tiştek neçandibû. Lê niha dikin. Kêm be jî mirov êdî bi hilberînê qezenc dikin."    Ozkan, destnîşan kir ku heger bi awayekî palûteyî alîkariya hev bikin wê hem qezenc bikin hem jî bi ser bikevin.    MA / Mujdat Can