Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn 2020-06-16 15:31:20   ŞIRNEX – Li navçeya Silopya dema mal kişandinê tup teqiya û 2 bira birîndar bûn.    Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopya ya Şirnexê, dema mal kişandinê ji ber sedemeke ne diyar tupek teqiya. Di encama teqînê de Yûnûs û Etem Gulçe yên birayên hev bi giranî birîndar bûn. Her dû birîndaran jî bi ambûlansan sewqî Rihayê kirin.