Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin 2020-06-16 15:59:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsipiyên Şengalê û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal Mexmûr, Behdînan û Bradostê şermezar kirin.    TSK'ê 2 roj berê li dijî Behdînan, Biradost û Herêma cuda êrişên dijwar pêk anîbûn. Komek rûpisiyên Şengalê û ciwanên Çemçemalê li dijî êrîşên TSK'ê yên li Şengal, Mexmûr, Behdinan û Bradostê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Li gorî nûçeyên Ajansa Rojnawsê, Komek Rûspî, giregirên civaka Êzidî, ligel qaymeqamê Şengalê Fehid Hemid êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rûspî, giregir, serokeşîrên civaka Êzidî ligel qaymeqamê Şengalê Fehid Hemid bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin. Rûsipiyan daxuyanî li ber derê qayemeqamtiyê dan. Husen Hecî daxuyanî xwend û wiha got: "Şengal ciheke aram û azad e. Şengal ciheke aram e. Tirkiye û hevkarên xwe dixwazin vê aramiyê xirab bikin. Dixwazin Şengal vala bibe. Tişta ku DAIŞ'ê bi hovîtiya dîrokê nekarî bike, niha dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze bike. Êrîşên dewleta Tirk nikarin me bitirsin û biçewisînin. Ew çiqas êrîş bikin bila bikin, girêdanî dilsoziya me ya bi axa me ya pîroz re dê zêdetir bibe.”   Hecî di daxuyaniyê de got ku ev êrîş bê agahiya dewleta Iraqê nehatine kirin û wiha domand: “Ev êrîş bi qasî li hemberî nirx û pîroziyên civaka me hatî kirin, ewqas jî li hemberî serxwebûn û serweriya xaka Iraqê ye. Lê belê dewleta Iraqê bêdeng e. Bi daxuyaniyên nivîskî nikare ev bê îzahkirin. Divê dewleta Iraqê helwesta xwe zelal bike. Heke neke ev tê wateya ku we jî şirîkê vê êrîşa hovane ne.”   Hecî di daxuyniyê de diyar kir ku êrîş bi armanca valakirin û tirsandina civaka Êzidî ye û wiha got: “Li Şengalê aramiyek pêk hatiye. Şengal niha aram û azad e. Meclîsa xwe, rêveberiya xwe, YBŞ û asayîşa xwe heye. Lewre Êzidî vedigerin ser xaka xwe. Armanca van êrîşan ew e ku Êzidî venegerin ser xaka xwe. Bi van êrîşan Êzidiyan çavtirsandî bikin, civaka Êzidî tine bikin. Şengalê ji Êzidiyan vala bikin.”   Di daxuyaniyê de bang li Iraqê hat kirin ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkeve û yekparebûna xaka xwe biparêze. Dîsa bang li Neteweyên Yekbûyî, parazvanên mafê mirovan jî hat kirin ku li heberî van êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê tên kirin bêdeng nemînin û li ser dewleta Tirk zext bikin, hesabên êrîşan jê bipirsin.   CIWANANÊN ÇEMÇEMALÊ ÊRÎŞ TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR KIR   Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî ciwanan êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Li dijî van êrişan li Parka Newroz a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ciwanan daxuyanî da. Ciwanan di daxuyaniyê de dirûşmeyên, “Bimre xiyaet” û "Yek e yek e Gelê Kurd yek e” berz kirin. Aran Eyup daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Eyup wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başurê Kurdistanê şermezar dikin. Em van êrişan li dijî Başurê Kurdistan dibînin û bi tu awayî qebul nakin. Her kes dizane ku li Başurê Kurdistanê rewşekî metirsîdar heye. Di her alî de pirsgirêkên civakî, aborî, bêkariyê heye. Dewleta Tirk a dagirker hemû hêza xwe li ser tunekirina Kurdan û Kurdistanê dide kar kirin. Dewleta Tirk a dagirker sînorê Irakê nasnake û bi hezaran leşkerên xwe aniye. Divê ev êrîşane bi hevkariya hikûmeta Herema Kurdistanê pêk neyên.”