Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin 2020-06-19 11:38:30 ÎZMÎR – Sazumankara Ege TUHAY-DER'ê Selma Altan a 71 salî piştî 7 mehan girtî ma serbest hat berdan. Altan, diyar kir ku ew her tim li dijî neheqiyê têdikoşe û wiha got: "Ji ber ez li dijî neheqiyê têdikoşim û piştevaniya mirovan dikim ez wekî 'terorîst' îlan kirim.    Sazumankara Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Girtiyan a Egeyê (Ege-TUHAY-DER) Selma Altan a 71 salî di 16'ê mijdara 2019'an de hat girtin. Altan li gel nexweşiya KOAH û hipertansiyonê jî dîsa bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Altan piştî 7 mehan li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ma serbest hat berdan. Altan, têkildarî sedema girtina xwe û rewşa girtîgehan axivî. Altan, anî ziman ku wekî Komele bi malbatên girtiyan de di nava alîkarî û piştevaniyê de ne û wiha got: "Ji ber em bi malbatan re di nava piştevaniyê de ne, îqtîdar ji vê yekê bêzar dibe. Ji ber ji piştevaniya me bêzar dibe em kirin hedef. Dewlet piştevaniya bi gel re tehamul nake. Ji ber em piştevaniyê dikin em tên binçavkirin û girtin. Mirovên girtî dişînin dûrî malbatên wan. Çûn û hatina malbatên wan pir zor û zahmet e. Rê li pêş ziyaret û ragihandina girtiyan a bi malbatê re ddigire. Malbatên ku bi mehan nikarin bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin bikin serî li me didin."     JI BER DAXUYANIYA LI PÊŞ GIRTÎGEHÊ HAT GIRTIN'   Altan, da zanîn ku di pêvajoya grevên birçîbûnê de Hezar û 500 kes bi nexweşiyên giran bûn û wiha lê zêde kir: "Di çalakiyan de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Me jî wekî Ege TUHAY-DER'ê bang li dewletê kir ku erka xwe pêk bîne. Me li pêş Girtîgeha Menemenê daxuyanî da. Ji ber me li pêş girtîgehê daxuyanî da em hatin darizandin. Me di dorpêça eskeran de daxuyanî da û em 10 deqîqeyan rûniştin. Li gel ku bûyer pêk nehat jî bi îdîaya me karê 'dijagonî' kir em hatin darizandin. Li gel şewba vîrûsê cudakarî hat kirin. Kesên nexweş û nikarin derman bibin piştî şewba vîrûsê nexweşiyên wan girantir bûn. Girtiyên ku divê bi rêk û pêk bihatina dermankirin, dermankirina wan hat rawestandin. Em her tim diparêzin ku kesên nexweş bên berdan. Ji ber cudakariya zagona înfazê gelek girtiyên 65 salî û mezintir nehatin berdan."    Altan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî reşik Kurd in û Kurd rastî neheqiyê tên û mafên wan tên binpêkirin û wiha got: "Kurd 100 salin rastî zilmê tên. Kesên diyar dikin ku Kurd rastî zilm û cudakariyê tên, vê carê ew jî rastî zextan tên. Em nikarin li van neheqiyan temaşe bikin. Ji ber ku ez li dijî neheqiyê rawestiyam hatim girtin. Ji ber min piştevanî da van mirovan ez hatim girtin. Ji ber vê têkoşînê mohra ‘terorist’ li min dan. Ez ê her dem li dijî neheqiyê têkoşîna xwe berdewam bikim."