Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir 2020-06-19 12:28:38   STENBOL – Welatiyên duh li Parka Abbasaga ya Stenbolê beşdarî şahiya meşa HDP’ê bûn diyar kirin ku meşê kelecanek daye wan û wê meşa îradeya wan bigihîje serkeftinê.    Baskê “Meşa Demokrasiyê” ya Edîrneyê ya HDP’ê duh li Parka Abbasaga Beşîktaşa Stenbolê şahî li dar xist. Welatiyên beşdarî şahiyê bûn ji mîkrofên ajansa me re axivîn û diyar kirin ku meşê kelecaniyek bi wan re çêkiriye. Welatiyan zilma îqtîdara AKP-MHP pêk tîne yek bi yek jimartin û diyar kirin ku ew ê qet û qet serê xwe netewînin û ew ê bi berxwedan û têkoşînê bigihîjin serkeftinê. Welatiyan da zanîn ku ew heta dawiyê li pey îradeya xwe ne û vê îradeya wan meşê daye destpêkirin dê bigijîje mexseda xwe û serkeftinê. Welatiyan got heke ew bibin yek dê bi ser bikevin û bêtirs û beşik têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bidomînin.