Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike 2020-06-19 13:53:53   ENQERE – Rêxistina HDP’ê ya Enqerê diyar kir ku ew ê sibê meşvanên xwe ji Colemêrgê û Edîrneyê tên bi boş pêşwazî bikin.    Rêxistina HDP’ê ya Enqerê têkildarî amadekariya meşvanên HDP’ê yên ji Colemêrgê û Edîrneyê dê sibê bigihîjin Enqereyê li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveber û pêkhateyên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokên HDP’a Enqereyê Perîxan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê sibê meşvanên xwe bi moral û dilgeşî pêşwazî bikin.