Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin 2020-06-19 14:57:34   ŞENGAL - Meclîsa Gundên Ereban ên Şengalê, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bi tundî şermezar kirin û bal kişand ku êrîş li dijî tevahiya gelên herêmê pêk hatiye. Meclîsê bang li pêkhateyan kir ku dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin, YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê jî vê yekîtiyê biparêz e.   Rêveberiya Meclîsên Gunden Ereban ên girêdayî Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Meclîsê li gundê Hesawîkê daxuyanî da û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Şengalê şermezar kir. Hat destnîşankirin ku êrîş li dijî tevahiya pêkhatiyên Şengalê çêbûye û bi van êrîşan re tê xwestin aramiya li Şengalê ji holê bê rakirin, pêşketinên li nava civaka Êzidî û Ereban di warê aborî û civakî de çêbûne, bên hilweşandin. Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin yek ji armancên êrîşan ewe ku malbatên dixwazin vegerin ser axa xwe bitirsînin û nehêlin vegerin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk êrîşên DAIŞ’ê ne û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku bi lezgînî pêşîya van êrîşan bigire. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hat kirin ku dijî êrîşan yekîtiya xwe mezin bikin û hêzên YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê jî vê yekîtiyê biparêzin. Bal hat kişandin ku yên êrîşî van hêzên parastinê dikin, di heman demê de êrîşî yekîtiya gelên herêmê dikin.