Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da 2020-06-20 09:08:14 AMED - Îsmaîl Ozden, hevjînê Eylem Oyûnlû ku tevî zaroka xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin, diyar kir ku a hatiye kirin bêedaletî ye û got: “Dadger, piştî ku bi endamên îstîxbaratê re hevdîtin pêk anî biryara girtina hevjîna min da.” Eylem Oyûnlû ya 27 salî duh bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Dayika Oyûnlû, Dîlber, xwîşka wê Tûba û birayê wê Harûn Oyûnlû jî di 20’ê Nîsanê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn girtîn. Hevjînê Oyûnlû Îsmaîl Ozden, destnîşan kir ku a hatiye kirin bêedaletî ye.    Ozden, diyar kir ku di 18’ê Hezîranê de Fermandariya Cendermeyan a Licê ji bo îfadeyê gazî hevjîna wî kiriye û got: “Hevjîna min ji bo îfadedayînê çû Licê. Piştî Fermandariya Cendermeyan îfadeya wê girt, ew şandin cem dozger. Dozger jî bi daxwaza girtinê ew şand dadgehê. Dema danişîn berdewam dikir dadger navber da danişînê û bi dozger û endamên îstîxbaratê re hevdîtinek pêk anî. Piştî çend deqîqeyan dadger hat û biryara girtina hevjîna min da. Zaroka min a 10 rojî û keça min a du salî jî bi hevjîna min re şandin girtîgehê.”   ‘ZAROKA MIN A 10 ROJÎ NEXWEŞ E’   Ozden, anî ziman ku heke di pêvajoya şewba vîrûsa coronayê de tiştek bi hevjîna wî û zarokên wî were berpirsyar dewlet e û got: “Zaroka min a 10 rojî nexweş e. Çavên wê venabin û xwîn jê dihat. Berî bên girtin min ew biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Roja din jî hatin girtin. Di girtîgehê bi xetereya ku jiyana xwe ji dest bi de re rû bi rû ye. Wijdan bi wan re nemaye. Mirov zaroka 10 rojî diavêje girtîgehê? Hevjîna min beriya deh rojan zarok anî dinê. Hêj nexweşiyên we berdewam dikin, lê rabûn şandin girtîgehê. Ne dînê wan ne jî îmana wan maye.”   ‘HEVJÎNA MIN BÊ SÛC E’   Ozden, anî ziman ku di 19’ê Hezîranê de cil ji zarokên xwe û hevjîna xwe re birine teslîmî girtîgehê kirine û got: “Min ji ber şewba vîrûsa coronayê nikarî hevdîtinê pêk bîne. Girtina hevjîna min sûc e. Jin du zarokên wê yî biçûk hene, cihê wê ne girtîgeh e. Heke sûcê hevjîna min hebûya min bi destê xwe nedibir îfadeyê.”   Ozden, bibîr xist ku kesên tecawizê dikin, diz û çete tên berdan lê zaroka 10 rojî diavêjin girtîgehê û got: “Ma ev edalet e? Edaleta ku zarokên 10 rojî û 2 salî bişîne girtîgehê edaleteke çawa ye? Îro ji nexweşxaneyê ji bo aşiya zaroka min telefonî min kirin. Min got, me nekiriye, duh hatin girtin."   BANG KIR    Ozden bang li parlementeran û raya giştî kir ku li dijî girtina hevjîna wî û zarokên wî dengê xwe derxînin. Ozden diyar kir ku bi rêya parêzerê xwe re îtiraz kirine û got: “Ez ê dadgerê ku biryara girtina hevjîna min û zarokên min da gilî bikim."    'XWÎN JI ÇAVÊ ZAROKA 10 ROJÎ TÊ, A DU SALÎ TIM DIGIRÎ'   Her wiha duh parêzerê Oyûnlûyê çûbû girtîgehê pê re hevdîtin pêk anîbû. Oyûnlûyê bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku ew û zarokên xwe di odeyekê di karantînayê de ne.    Parêzerê Oyûnlû, Yûsûf Çakas got: "Ne alîkariyeke sosya ne jî derûnî heye. Nikare cilên zarokên xwe bişo. Ji ber ku digirîn. Zaroka du salî gelek digirî, li odeya ku lê dimînin tiştek jî tuneye ku pê bilîzin. Her wiha xwîn ji çavên keçika 10 rojî tên. Dayik jî bi astimê ye. Zaroka du salî jî ji ber bronşîtê tedawî bûye. Fikarên dayikê hene ku zarokên wê di van şert û mercan de û ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest bidin."   MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman