Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye 2020-06-20 10:35:18 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Necmettîn Salaz diyar kir ku êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê dide nîşandan ku polîtîkaya hundir û derve ya îqtîdara AKP-MHP’ê têk çûye û got: “Tişta ku dikin dagirkerî ye. Di rêveberiya herêmê de jî aciziyek heye.”  Rojnameger Necmettîn Salaz ê li Başûrê Kurdistanê dimîne êrişên Tirkiyê yên bi balafirên şer dibe ser Başûrê Kurdistanê nirxand.    ‘OPERASYON QET NEQEDIYANE’    Salaz anî ziman ku êriş ango bombebaranên Tirkiyê ne nû ne û got: “Bi salane dewam dike. Ji dema balafên bêmirov ketine dewrê êrişên Tirkiyê yên bejahiyê nayên kirin. Demek dirêj e hêzên HPG’ê ji aliyê van balafiran ve tên şopandin. Demek dirêj e ne mimkin e ku Tirkiye operasyonên bejahiyê bike û tiştek bi dest bixe. Bi êrişên Tirkiyê yên dawî re şer berfirehtir bû. Medya Tirkiyê agahiyên berevajî dide. Eskerên tirk li Herêma Heftanînê nehatine bicihkirin. Tirkiye di bicihkirina eskeran de ne serketî ye. Hin cenazeyên eskeran li herêma Heftanînê ne û ev herêm jî di destê HPG’ê de ye.”    ‘LI PÊŞIYA HIKUMETÊ TENÊ VEBIJÊRKA ŞER HEYE’    Salaz anî ziman ku hêzên leşkerî yên herêmê mudaxilî operasyonê nehatine kirin û ûnsûrên herêmî bêtir lojîstîk û agahiyên îstîhbarê parve dikin. Salaz bal kişand ser rageşiya li herêma Zînî Wertê û got: “Operasyonên îro tên birêvebirin, têkiliya wê bi operasyona li Zînî Wertê re heye. Tirkiye dixwaze bi van êrişan têkiliya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibire. Îqtîdara Tirkiyê dixwaze xwe bi van êrişan ji bo girseya nijadperest di destê xwe de bigire û ji bo hilbijartinê ne. Tirkiye jî dewlet jî û îqtîdara AKP-MHP’ê jî bi van êrişan re polîtîkaya wê hundir û derve ketiye çiravê. Tenê vebijêrkek li pêşiya dewlet û hikumeta  Tirkiyê maye ew jî şer e. Tişên niha tên kirin vê yekê dide nîşandan. Tirkiye bi armanca tunekirina destkeftiyên kurdan êrişan pêk tîne. Tirkiye tevgerên kerixandinê dike. Xelkê herêmê aniye ber teqandinê.”     ‘TIRKIYE TENÊ NE JI BO PKK’Ê ÊRIŞ DIKE’    Salaz anî ziman ku berteka rêveberiya navendî ya Iraqê li dijî êrişan girîng e lê bes têrê nake û got: “Ev bertek ji bo xelkê herêmê têr nake. Wisa dibêje lê guleyek nateqîne. Nexwê ev daxuyanî bi kêr nayên. Iraq pozîsyona xwe ya dewletbûnê winda kiriye. Divê hem Iraq û hem jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê gavên radîkaltir biavêjin. Eskerên Tirkiyê tenê ne ji bo PKK’ê li wir in. Helwesta Tirkiyê ya li dijî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hêj di bîra her kesî de ye. Gel ji rêveberiya herêmê bêtir nêzîkatiyên aqilane dide nîşandan. Tirkiye niha bi van êrişan û bombebaranan gundên Herêma Kurdistanê wek salên 90’î yên li Bakurê Kurdistanê vala bike û xelkê koçber bike.”    ‘YEKÎTIYA KURDAN GIRÎNG E’    Salaz da zanîn ku dibe ku Iraq ji bo çareseriyê li dijî êrişên Tirkiyê derkeve û mudahele bike û çareseriya esasî helwesta rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Salaz diyar kir ku çareserî tiştek xweser e ji bo Kurdistanê û got: “Divê beriya her tiştî yekîtiya kurdan were sazkirin. Partiyên Kurdistanê hemû divê li ser mijara yekîtiyê hevpar bibin. Pêwîste şerê tê birêvebirin wek zilma li ser Kurdistanê bibînin. Heke wek kurd li dijî vî şerî rawestin dê ji helwesta Iraqê girîngtir be. Helwesta kurdan wê ji danekirinên DYA’yê girîngtir be. Heke kurd yekîtiya xwe ava bikin wê Tirkiye nikaribe wisa bi hêsanî li Başûrê Kurdisatnê tevger bike. Şansek Tirkiyê wiha namîne.”    MA / Ahmet Kanbal