‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe' 2020-06-20 13:55:52 STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane berdewam kir. Mustafa Bagça, aqubeta birayê xwe Adnan Bagça yê ajokar ku 30 sal berê li Sîweregê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsî. Bagça, diyar kir ku ew tenê dixwaze gorek wî ya biçe ziyaret bike hebe û zêdetir tiştekî din naxwaze."   Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin" vê hefteyê jî li ser medya civakî berdewam kirin. Dayikên şemiyê di hefteya 795’an de jî bi sedema vîrûsa corona daxuyanî li ser hesabê medya civakî parve kirin. Vê hefteyê aqûbeta Adnan Bagça yê di 11'ê Hezîrana 1990'an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Adnan Bagça ê 32 salî 30 salin piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nayê girtin. Birayê Adnan Bagça Mustafa Bagça aqûbeta birayê xwe pirsî. Mustafa Bagça, anî ziman ku piştî birayê wî Adnan hat binçavkirin û windakirin serî li hemû rayedaran dan û her tim di nava têkoşîn û lêgerînê de bû. Bagça, destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wî heta niha tu encam bi  dest nexistiye. Mustafa Bagça, da zanin ku ji ber li Tirkiyeyê encam bi dest nexist serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa da û li wir jî tu encam girti. Bagça, bertekên xwe yên li dijî rayedaran anî ziman û wiha got: "Em tenê hestiyên xwe dixwazin. Em zêdetir tiştekî naxwazin. Bila gorek me hebe ku em biçin ziyaret bikin."    Parêzerê dosyaya Adnan Bagça û di heman demê de biraziya wî Sevgî Bagça der barê dosyayê de agahî da û got: "Heta niha em negihiştine encamekê. 30 salin pêvajoya hiqûqê didome."    Li ser navê dayikên şemiyê vê hefteyê Zeynep Gormek Yukarigoz daxuyanî xwend û wiha got: "Adnan Bagca bavê 4 zarokan bû. Li Sîwerekê karê takstîlê dikir. Di 11'ê Hezîrana 1990'an de kesekî ew bi maşîna plakaya wê 56 DA 423 bir û careke din agahî jê nehat girtin. Piştî Yukarigoz êvarî nehat mal, balbat ket nava lêgerînê. Dema malbat çû Midûriyeta Polîsan a Sîweregê rayedaran got "Adnan di destê me de ye û wekî din tiştekî nepirsin. Roja dîtir em dîsa çûn midûriyeta polîsan. Lê vê carê gotin 'agahiya şaş daye we' û ser veşartin.    Malbatê piştre bi Wekilê Rihayê Cenap Gülpınar re hevdîtin kirin. Lê wî jî got 'Mixabin dewleta di nava dewletê de heye.' û xwestine malbat dest ji lêgerînê berde.    Yukarigoz, ani ziman ku Adnan Bagça  30 sal berê hat binçavkirin û xwest kujer bên darizandin û winda bên dîtin."