Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand 2020-06-21 11:53:46   AMED - Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, ragihand ku li Amedê 20 nexweş di beşa lezgîn dene, lê Wezîrê Tenduristiyê Koca jî, daxuya kirin ku 30 kes di beşa lezgîn dene.    Waliyê Amedê û qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê hat kirin Munîr Karaloglû, piştî tayînê bajêr hat kirin daxuyaniya xwe ya ewil da lê  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca walî derewand. Karaloglû, piştî civîna Desteya Pandemî ya Bajêr duh piştî nîvro civîna çapemeniyê li dar xist. Karaloglû di civînê de diyar kiribu ku li Amedê bi giştî 205 kes bi vîrûsê ketine û wiha got: “Ji van kesên bi şewbê ketin 20 jê di beşa lezgîn dene, 6 nexweş jî girêdayî cîhazên danûstendina bêhnê ne û têkoşîna jiyanê didin.” Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî, di daxuyaniya dûh da de dest nîşan kir ku li Amedê 30 kes di beşa lezgîn dene  û bi vî awayî walî derew derxist.