Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan 2020-06-21 16:16:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Dêrikê bombebarana JET'ên TSK'ê yên li ser Şeraliz, Şengal, Bradost û Mexmûrê şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê dagirker serî hildin.    Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dêrikê li kantona Qamişloyê, êrişên balafirên şer ên TSK'ê yên Tirkiyeyê ku li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê pêk anîn bi meşekê şermezar kir. Di meşê de bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongreya Star, ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan herikîn Qada Azadî û beşdarî meşê bûn. Xwepêşandêr ji qadê ber bi kolanên Dêrikê ve çûn, bi dirûşmeyan kesên di şerê ji bo parastina Rojava jiyana xwe ji dest dan silav kirin. Dîsa êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Girsê di meşê de wêneyên kesên di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan û alên ciwanên şoreşger û sembolên Kurdan hildan.   Xwepêşandêran, tevî tilîliyên dayikan, dirûşmên silavkirina berxwedana HPG’ê, YPG, YPJ û QSD’ê li dijî komên çekdar yên girêdayî Tirkiyeyê berz kirin. Xwepêşandêran berê xwe da Qada Şehîdan û li wir deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê endamê rêveber Îbrahîm Feqe axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî û nikare vîna gelê Kurd ku di oxira azadî, rûmet û parastina çand û axa dîrokê de ciwanên pîroz dane, bişikîne."   Feqe bal kişand ser berxwedana lehengên Kurd û got: "Hêzên li her çar parçeyên Kurdistanê destanên leheng, bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsînin, ji lew re sozê didin hêzên xwe ku piştevanî û piştgiriyê heta pêkanîna serkeftinê pêşkêş bikin."    Li ser navê Yekitiya Jinan a Ciwan Azî Berçem jî axivî û got: "Di vê merheleya dîrokî de ku herêmên me rastî kirêttirîn komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê tên, divê em yekitiya xwe xurt bikin û li dora hêzên xwe yên ku li hember hovanetirîn hêzên terorîst şer dikin, bin ku sûc li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk anîne. Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan dê têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirker û rêxistinên terorî ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin, bilind bikin.”   Xwepêşandan bi stranên şoreşgerî, tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.