Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist 2020-06-21 18:48:04   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê, ji ber gulebarana leşkeran a ji Qereqola Akdîzgînê ya li navçeya Basayê, şewat derket.    Li navçeya Basayê ya Şirnexê, leşkerên Qereqola Akdîzgînê, bi çekên lûledirêj Çiyayê Gabarê gelebaran kirin. Piştî gulebarankirina leşkeran li hin deverên Gabarê şewat derket.   Beriya niha jî ji ber avêtina topên hewanan ên leşkerên heman qereqolê şewat derketibû.