Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin 2020-06-22 09:08:28 ÊLIH – Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan, diyar kir ku divê pêşniyarqanûna derbarê guhertina rêxistinbûna baroyan de bê vekişandin û ev tişt got: “Em welatiyan diparêzin. Em hêmana damezrîner a darazê ne.” Serokên 41 baroyan, li dijî guhertina rêxistinbûna baroyan ku li ser fermana Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan tê plankirin, bê meclisê, bi dûrişmeya “Parastin dimeşe” ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn. Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan ku destûr nehatibû dayîn ji Êlihê bimeşe, pêşniyarqanûna ku tê payîn bê rêxistibûna baroyan bê guhertin, nirxand.   BARO DIKARIN GUJERTIN BIKIN   Çakan, bi bîr xist ku guhertin li ser nîqaşa di navbera Serokatiya Diyanetê û Baroya Enqereyê ya derbarê welatiyên LGBTÎ de hatiye rojevê û wiha got: “Lê pîşeyên mîna parêzeriyê ku xwedî qanûnên taybet in, nikarin bi vî rengî bên guhertin. Em welatiyan diparêzin û hêmana damezrîner a darazê ne. Lewre divê wesfên parêzeriyê bên zêdekirin. Em baro dikarin di navbera xwe de civînek li dar bixin. Heke guhertin bê kirin, divê tenê baro karibin vê guhertinê bikin. Rêbaza rast divê ev be. Heke guhertin bê kirin, em dikarin bikin. Ji ber vê sedemê divê ev pêşniyarqanûn bê vekişandin û careke din neyê rojevê.”   DIBE KU GOTINÊN BAROYAN HIKÛMETAN ACIZ BIKIN   Di berdewamê de Çalan, destnîşan kir ku ji ber peywira xwe baro nûnertiya welatiyan dikin û nasnameyeke wan a muxalîf heye û ev tişt anî ziman: “Dibe ku hin gotinên demkî yên baroyan hikûmetê tên guhertin aciz bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Lê nêzikbûna ji ber vê yekê ya guhertina rêxistinbûna baroyan şaş e. Divê Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê hê baldartir biaxive.”